Koçer wê di bin xetereya vîrusê de biçin zozanan 2020-05-03 09:09:36   MÊRDÎN - Li Mêrdîna ku ji ber vîrusa korona mirin çêdibe û tedbîr zêde bûne, koçer jî xwe amade dikin ku derkevin zozanan. Koçerên divê ji bo sewalan derkevin zozanan, diyar kirin ku wê di bin xetereya vîrusê de bikevin rê.   Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa corona (Covîd -19) hejmara kesên testa wan pozîtîf derketiye 122 hezar û 392 ye û kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 258 kes. Li hemû bajarên Tirkiyeyê vîrus hat dîtin û yek ji bajarên ku kes lê dimirin jî Mêrdîn e. Li bajar di çarçoveya tedbîran de 10 tax xistin bin karantînayê. Koçerên li Bagokê dijîn jî niha xwe amde dikin ku tevî vîrusê derkevin zozanan. Koçerên li gundê Marîne ya kontarên çiyayê Bagokê dijîn bi hatina Biharê re amadekariya derketina zozanan dikin.   ‘Em ê rêwitiya xwe di bin fikarên vîrusê de bikin’   Koçer Aysel Çetîn diyar kir ku îsal wê bi fikar rêwitiya xwe bikin û wiha got: “Em her sal tên vir û mehên zivistanê li vir dimînin. Bi hatina biharê re em amadekariyan dikin û bi sewalên xwe re derdikevin zozanan. Ji vir bi hezaran koçer ber bi zozanên Şirnexê ve wê bimeşin. Îsal em hinek dereng ketin. Ji ber vîrusê. Lê qedexe jî be vîrus jî hebe em neçarin biçin.”   ‘Em neçarin ji bo sewalên xwe biçin’   Ayselê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku niha alavên xwe kom dikin û got: “Em sewalan ji pêş de dişînin. Piştre em jî derdikevin rê. Ji ber vîrusê em bi fikarin. Dibe destûrê jî nedin. Lê sewalên me hene. Em nikarin havînê li vir bijîn. Ne ji bo xwe ji bo sewalên xwe em neçarin biçin. Hinek din hewa germ be em ê derkevin rê.”