Muhlîse Metîn: Kurdên koçî Ewropayê dikin pirsgirêkên çandî dijîn 2020-04-26 09:02:17   AMED - Muhlîse Metîn ku ji Kurdistanê koçî Ewropayê kiriye bal kişand ser pirsgirêkên kurdên koçî Ewropayê kirine û diyar kir ku pirsgirêkên çandî dijîn.    Erdnîgarî di giyana mirovê de xêzeke bêdawî ye. Mirov her biçe ku derê erdnîgarî jî di pey wan ve diçe. Erdnîgarî hem bext e, hem jî keser e. Di heman demê de çand û dîrok e. Çand û dîrok kinca mirov e. Mirova bê kinc bê parastin dimîne. Her wiha heke biçî welatekê biyanî li gel dijwariyên xweparastinê ji bo hebûna xwe jî hewil didî. Divê deme de bi ser dikevî an jî di bin nasnameyên din têk diçî. Mu hlîse Metîn a ku ji Kurdistanê koçî Ewropayê kiriye li ser vê rewşa dijwar ku kişandiye nirxandin kir.   ‘Herî zêde min di warê zinan de zahmetî kişand’   Muhlîse ya ku 21 sal berê ji Kurdistanê koçî Elmanyayê kiriye wiha bahsa zahmetiyên kişandine kir: “ Li gel çûyina min a Elmanyayê xerîbiya min a li dij Ewropayê jî dest pê kir. Herî zêde di warê ziman de min pirsgirêk kişandin. Ji ber ku min zimê vî welatî nizanibû. Ne min ji kesekî fam dikir û ne jî kesekî ji min fam dikir. Ji ber van sedeman malbata hevjînê min jî tinazên xwe bi min dikirin û min gelek biçûk xistin. Min hem di warê malbatî de û hem jî li derve gelek zahmetî kişandin. Lê herî zêde min ji malbata hevjînê xwe kişand. Hem ji dê û bavê xwe dûr bûm hem jî biyanî bûm. Mixabin bûkên ku tên Elmanyayê dixin şûna xizmetkaran û zilmê li wan dikin. Ji ber ku zihnîyeta baviksalar mixabin ne tenê li Rojhilata Navîn heye. Ev zihniyet li hemû cîhanê bi cureyên cuda xwe nişan dide û li Ewropayê jî me para xwe ji vê zîhniyetê girt.”   ‘Zarokên çanda xwe najîn bi nirxên xwe mezin nabin’   Muhlîseyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta malbatan û diyar kir ku nelihevkirina malbatan di asta jor de ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Malbatên ku berî 40-50 sal bere ji bo debarê ji Kurdistanê koçî Elmanyayê kirine bi piranî di asteke kêm de perwerde dîtine û ji bo xebatê hatine. Her wiha zarokên ku li wê tên dine û mezin dibin jî li ser şopa malbatên xwe diçin. Bi tevliheviya çandên kurd, tirk û almanan jiyanek ne diyar dijîn. Şert û mercên jiyanê ku tenê li Elmanyayê nas kirine, nizanin ku li welatên wan jî pêş ketiye. Ev zarok di navbera çandên cüda cuda de dimînin û nakokiyên çandî dijîn. Her wiha zarok nizanin ku wê kîjan zimanî biaxivin an jî bi kîjan çandê xwe bidîn nasîn. Ji ber tevliheviya netewa kurd, tirk û alman zarok bi nirxên netewa xwe nikarin mezin bibin. Piraniya malbatan jî hînûna zimanê alman ji bo xwe wekî şaristanî dibînin û xwedî li çand û zimanê xwe dernakevin.”   ‘Jin êdî ji bo mafên xwe li ber xwe didin’   Muhlîseyê di  dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zewacê û destnîşan kir ku bila jin hişê xwe bînin sere xwe û li ber zîhniyeta mêrê serdest serî netewînin. Mîhlîse wiha pêde çû: “ Jinên Kurdistanê çûyina Ewropayê wekî rizgarî dibinin, ji ber zexta malbatan diçin dikevin bin desthilatdariya mêran û  dizewicin. Ango ji bin desthilatdariyekê derdikevin diçin dikevin bin desthîlatdariyek din. Kesên din ên ku koç jî dikin mexdûr dibin. Almanya êdî hatina kesên almanî nizanin qedexe kirine. Herwiha kesê ku li welatê xwe almanî fêr nebe nikare bê li Almanyayê bi cih bibe. Li gorî min ev biryarek pir di cih de ye û dema ku min bihîst pir kêfxweş bûm. Ji ber ku kesên bere hatine li vir bi cih bûne di vî warî de gelek pirsgirêk kişandine û bi tundiyê re rûbirû mane. Herwiha ji ber ku van kesan ziman nizanibû nikaribûn xwe biparêzin. Jin êdi li vir wekî berê nînin û jinên ciwan xwe pîşve birine. Her çiqaser li ser wan astengiya malbat û zîhniyeta baviksalar hebe jî dev ji mafên xwe bernadin û em jî bi ve berxwedana wan kêfxweş in.”