Salîha Aslan: Em dikarin her derê bikin xweza' 2020-04-19 09:09:08   Zeynep Durgut-Şehrîban Aslan   AMED - Salîha Aslan ya  ku jiyana li apartmanê  ji bo xwe astengî nabîne, dibêje ku divê jin di her rewşê de alternatîfên xwe biafirînin.    Jinên ku di her şert û mercan de  alternatîfên xwe diafirînin tu astengiyan nas nakin û bi vê rêbazê jiyana xwe bi wate dikin. Li navçeya Peyasê ya Amedê Salîha Aslan(46)  ya ku li apartmanekê rûdinê, yek ji wan jinên ku alternatîfa xwe diafirîne ye. Her çend ku Salîhayê di apartmanekê de be jî her sal li gel hatina demsala biharê tovÊn fêkî di guldankan de diçîne û dibe gund. Saliha ku bi salane di guldankan de tov diçîne, diyar kir ku jiyana apartmana tu car têkiliya wê ya bi xwezayê re qut nekiriye û got  ku divê jin di her rewşan de   alternatîfên xwe ava bikin.   ' Ez her sal tov diçînim'    Salîhayê anî ziman ku ew bi salane di guldankan de tov diçîne û wiha axivî:"Ez bi salan tov di guldankan de diçînim û dikim şitil. Gava şitlên min ên fêkî mezin dibin, ez hildim dibim gundê xwe.  Dema ku min  dest bi çandina tovê sebze kir, ji ber ku ez di apartmanê de bûm,derdora min tev bertek nîşanî min dida. Ji min re digotin, "Çi hewce dike ku  tu diçînî?" Min guhdarî kesî nekir. Di sala borî de, min tovê xwe çand  û ji sebezeyê ku min jê girt min zivistanê jê  sûd girt. Di heman demê de kesên derdorê jî ji van şitlên min sûd girtin."    'Gava hewa sar bû min dibirin hundir'   Salîhayê bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê jî û anî ziman ku bi saya zebzeyên ku par çandin wê hewceyî bi danûstandina zebze nekir û ev tişt got:" Min şitlên xwe îsal jî  bi baldariyek mezin çandin. Gava hewa sar bû, min ew dibirin hûndir û gava ku tav derdiket min dibirin hewşê. Ger ev nexweşî bi dawî nebe û çuyina min a gund nebe ez ê  tovên  xwe di guldankên mezin de biçînim û li hewşê li wan binêrin. Ez ê bi vî awayî jî biceribînim. Lê hêviya min tenê ew e ku ev nexweşiye zû biqede."