’30 sal e em aştiyê dixwazin û ew jî ‘şer’ dixwazin 2020-04-18 09:15:55   AMED - Nazîme Yurek ya du zarokên wê di girtîgehê de ne û nexweşin, bertek nîşanê qanûna înfazê da û got: “Kes ji bo rewşa zarokên me tiştekî nake. Bila êdî mirin û operasyonan bidin sekinandin. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin.”   Bertekên li dijî 3’emîn Pakêta Dadarazê ya ji meclîsê derbas bû didomin. Qanûna ku girtiyên siyasî têde cih nagirin, ji bo 90 hezar girtiyên edlî riyaya tahliyeyê vedike. Bi taybet malbatên girtiyan, saziyê civaka sivîl bertek nîşan dan û rexne kirin. Ji aliyê wezaretê ve hat gotin ku 3 girtî ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane. Piştî vê bala her kesî li ser girtiyên siyasî û girtiyên nexweş yên di bin rîskê de ne.   Nazîme Yurek ku du zarokên wê di girtîgehê de ne û nexweş in, bertek nîşan da. Kurê wê Ahmet Yurek li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeliyê, kurê wê yê din Ertan Yurek jî li girtîgeha Tîpa T ya Bunyan a Qeyseriyê ye.   ‘Her tişt dîsa tê serî xizanan’   Nazîmeyê wiha got: “Kurekî min 22 sal yê din jî 9 sale girtiye. Her du jî nexweşin. Li Kenan cezayê muebetê hat birîn. 22 sale girtiye. Li Kandirayê ye. Nexweşê dil, koas, zerik, ba ye. Ertan jî 16 sal ceza girt. 9 sale girtiye. Li Bunyanê girtiye. Ertan jî nexweşê şekir e, di stûyê wî de fitq heye. Hêza wî tune. Her tim dilerize. Niha vîrus heye. Yên hinekê hêza wan hebin dikarin berxwe bidin. Lê dîsa her tişt bi serê xizanan de tê. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Bila Kenan û Ertanê min bên berdan.”   ‘Bila wekhev tevbigerin’   Nazîmeyê destnîşan kir ku çavên dayikan li riya zarokên wan e û got: “Hêviya me jiya ji qanûnan şikya. Her tim dîsa hêviya me şikya. Zarokên min dîsa di hundir de man. Dewletê em dîsa xapandin. Firoşkarên hişbirê, kujer, diz hatin berdan. Lê girtiyên siyasî dîsa di hundir de man. Bila wekhev tevbigerin. Bila her kes ji qanûnê fêdeyê bigire. Em dixwazin ku zarokên me jî bên berdan. Zarokên me tenê ziman û axa xwe parastin. Tiştekî xerab nekirin.”   ‘3 sale her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer’   Nazîmeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê êdî dayik bikenin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “30 sale her ku em dibêjin aştî, ew dibêjin şer. Em wekheviyê dixwazin ew şer dixwazin. Em yekitiyê dixwazin, ew şer dixwazin. Êdî bes e. Dilê dayikan berxwe nade. Ez bang li wezîrê dadê, serkomar dikim. Bila behsa yekitî û aştiyê bikin. Bila efûyek giştî derxînin, zarokên me berdin.”