Kesên ji neçarî li derve ne: Dewlet li şûna alîkariyê kom dike bila belav bike 2020-04-15 09:15:05   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Welatiyên tevî vîrusa korona neçar dimînin derkevin kolanê wiha gotin: “Dewlemend zêdetir dewlemend, xizan zêdetir xizan dibin. Kirê heye, bac heye. Dewlet li şûna alîkariyê kom dike bila alîkariyê bike.”   Li Îzmîrê welatiyan bandora bangên li malê bin nirxandin. Sabahat Arzu ku di vê pêvajoyê de jî neçare bixebite ku li kolanê kaxizan kom dike, got bi girtina kargehan re kaxizên bermahî jî kêm bûne û got: “Komkirina kaxizan rîskek mezin e. Divê alîkarî ji bo me bê kirin. Ez tenê dijîm. Av heye, ceyran heye. Tu piştgirî tüne ye. Ger ku em ji malê dernekevin pere tüne ye. 56 salî me. Ez kaxizan ji kîlometreyan tînim. Rojane 30 TL qezenc dikim.”   ‘Ji ber temen ji kar hat derxistin’   Dursun Ozçelîk ku ji saziya tenduristiyê ya dixebitî ji ber di koma rîskê de ye ji kar hat derxistin wiha got: “Ez piştgiriyê didim qedexeya derketina derve lê mirov betal dimînin. Em perîşanin. Mirov neçarin derkevin kolanan.”   ‘Divê alîkarî bê kirin’   Gamze Saran ya li Sûka Kemeralti cilan difroşe destnîşan kir ku ji ber sûk vala bûye karê wan jî sekiniye û got: “Bac dirêj kirin lê alîkarî dan fîrmayên mezin. Wê esnafên biçûk çi bikin. Çima ji bo esnafên biçûk tiştek nekirin. Em neçarin bixebitin. Taloqkirina fatureyan ne çareseriye. Wê sê meh şûnde dîsa bê dayîn. Divê alîkarî ji bo gel bêkirin.”   Ceyda Ceray jî ku li zêrînger dixebite got firotinên wan ji karantînayê bi bandor bûne û got ew nikare ji kar derkeve û ji bo xwe ji vîrusê biparêze jî lepik û rûpûş bikar tîne.   Kiymet Dumanlar jî bertek nîşanê rewşê da û got gelek esnaf di vê pêvajoyê de neçar man dukanên xwe bigirin.”