TAJÊ Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir 2020-04-14 10:27:03   ŞENGAL -  TAJÊ, bi wesîleya Cejna Çarşema Serê Nîsanê daxuyaniyek da û cejna civaka Êzidî pîroz kir û got: "Em bang li tevahî civaka Êzidî ya li welat û derveyî welat dikin ku yekitiya xwe mezin bikin, tifaqa xwe ava bikin.”    Bi minasebeta Cejna Çarşema Serê Nîsanê ango Sere Salê ya civaka Êzidî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  daxuyaniyeke nivîskî da û cejna civaka Êzidî pîroz kir.    Daxuyaniya TAJÊ'yê wiha ye: "Civaka Êzidî ku bi çand, dîrok bawerî û ola xwe ya kevnar tê naskirin. Her tim ji bo ku vê çanda kevnar biparêzin li ber xwe daye. Ligel 73 fermana civaka qedîm yê Êzidî dev ji vê çanda xwe ya xwezayî û baweriya xwe ya pîroz berneda. Bi taybetî jinên Êzidî ji bo parastina ola û baweriya xwe bedêlên mezin dane.   Hemû cejnên civaka Êzidî temsilyeta xwezayê û gerdûnê dikin ji bo vê jî xwedî wateyek mezin in. Cejna çarşema Nîsanê jî yek ji cejnên civaka Êzidî ye. Çarşema Nîsanê an ku Çarşema serê salê ku civaka Êzidî xweka sersal ji bo xwe dibînin bi girêdan bûna xwe ya bi xweza re tê îfadekirin. Li gorî bîr û baweriya Êziditiyê di meha Nîsanê de gerdûn ava dibe û cîhan bi gûl û giyan dixemile.   Cejn bila bibe wesileya azadiyê    Di vê cejnê de hêk tên kelandin û neqişandin, her wiha gulên sor yên Nîsanê bi pêşiya deriyên malan ve tên çandin, her malka Êzidî divê di roja cejnê de xêr çêdike û li gundî û cîranên xwe belav dike. Hemû pîrozahî nîşanên xweza û girêdanbûna bi zindî û gerdûnê re ye.   Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bi boneya Cejna Çarşema Serê Salê bang li tevahî civaka Êzidî ya li welat û derveyî welat dijî dikin, û dibêjin yekîtiya xwe mezin bikin, tifaqa xwe ava bikin. Ji ber sedemê vîrûsa koronayê em nikaribin li cem hev kom bibin û bi hev re cejna xwe pîroz bikin. Ev yek jî cihê xemgîniyê ye. Lê belê çi dibe bile bibe em ê li malen xwe cejna xwe pîroz bikin em tu carî dev ji çanda xwe ya kevnar bernadin. Hêviya me ew e ev cejin bila bibe wesîleya azadî û xweseriya Şengalê û tevahî civaka Êzidî.”