'Bihar û jin yek ruh in lê bihara îsal cuda ye' 2020-04-06 09:05:00   Sorgul Şêxo   HESEKÊ- Jin û dayikên Navçeya Til Temirê di dema qedexeya derketina derve de bi komên biçûk, giyayên çolê berhev dikin û çanda dengbêjiyê zindî dikin.    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23'ê Adarê de qedexeya derketina derve, bi armanca parastina gel a ji derketin û belavbûna Vîrûsa Korona yê da. Di van rojan de jin dema xwe bi pêşxistina çanda dengbêjiyê û parastina tenduristiya xwe her wiha bi berhevkirina giyayên çolê, derbas dikin.    Jinên Navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi komên biçûk ku ji du kesan heya sê kesan pêk tên derdikevin nava zevî û erdan, giyayên çolê yên mîna tolik, pincar, giyasêvik û beybûnan berhev dikin û ji bo zivistanê hiltînin. Yek ji wan jî Medîna Mihemed Heyder a 35 salî ku ew û cîrana xwe derketine nava zeviyan e.   'Bihar û jin yek ruh in, lê bihara îsal cuda ye'   Medîneyê demsala biharê wiha pênase kir: "Bihar ji bo me gelekî bi wate ye, di buharê de ax û xweza xwe nû dike û pê re jî rewşa hewayê xweş dibe, gul û kulîlk vedibin û rihê mirovan jî pê re geş dibe. Bihar ciyekî xwe yê taybet di dilê jinan de digire. Bihar û jin yek in, ji hevdû ne cuda ne. Ji ber Vîrûsa Koronayê em kombûyînan çênakin û li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tev digerin."   'Em hîn bêtir nêzî zarokên xwe bûn û bîranînên dapîrên xwe bi wan re parve dikin'   Medîneyê derbaskirina dema xwe ya di qedexeya derketina derve de wiha anî ziman: "Em bi gelek rêyan pêşxistina çand û parastina tenduristiya xwe dikin û dema xwe derbas dikin. Di mala xwe de em bi zarokên xwe re tên cem hev û bîranên berê yên dapîrên xwe bi wan re parve dikin, da ku ew jî ji rastî û têkoşîna dapîrên me bêpar nemînin û wan ji xwe re mînak bigirin. Demekê em û zarokên xwe ji hevdû qut bûbûn lê niha rewş hate guhertin û em demijmêrên xweş bi wan re derbas dikin."   Ji bo parastina tenduristiya xwe em gîhayên çolê dixwin û jê derman jî diafirînin    Medîneyê got ku di qedexeya derketinê de tolik û gîhasêvkan kom dike û wiha dom kir:"Em li gorî biryarên qedexeya derketinê tev digerin û kombûyînan çênakin, berovajî wê ez û cîrana xwe her çend rojan diçin nava erd û zeviyan giya û gîhasêvkan kom dikin. Gîhayê mîna tolik, pincar, giyasêvik kom dikin û dikin şîv û gîhasêvkan jî wekî beybûnic dermanê bapêşê û koxikê bi kar tînin û ji bo zivistanê jî hiltînin."   'Fersendê qezenc bikin û li dîrok, mîras û têkoşîna dapîrên xwe vegerin'   Medîneyê anî ziman ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ew xwedî li mîrasê dapîrên xwe derketin û wiha pê de çû: "Piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat û çirûska wê ji Kobanê dest pê kir, em wekî jin xwedî li mîras û têkoşîna dapîrên xwe bi parastina çanda kevnar a dîrokî dikirin, derdikevin. Ev dem fersendeke ji jinan re ye, ku dîroka dapîrên xwe raxin ber çavê zarokên xwe û ew jî hîn bibin. Pêwîst e her kes vê fersendê ji xwe re qezenc bike."   'Çanda dengbêjiyê bi zarokan re jî pêş dixin'   Medîneyê da xuya kirin ku ew çanda dengbêjiyê jî bi zarokan re pêş dixin û dom kir:"Dema ku em diçin nav erd tolikê didin hev û çayê jî li ber vedixwin her wiha stranên Xelîl Xemgîn û Mihemed Şêxo jî distirên. Em hem tenduristiya xwe diparêzin hem jî çanda dengbêjiyê jî pêş dixin. Em ji zarokan û zarok jî ji me fêr dibin."   'Biryarên Rêveberiya Xweser ji bo parastina me ye'   Medîneyê bi vê bangê dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e gelê me, xwe ji biryarên ku bi armanca nederketina derve ya derketin û belavbûna Vîrûsa Korona yê, aciz nekin. Li gorî wan biryaran bi rengekî cidî tev bigerin. Demeke û wê derbas be, di vê demê de tendrustiya xwe û malbat, heskirî û gelê xwe biparêzin."