Jin bîngeha avakirina civaka gundan e 2020-03-23 09:03:10   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Bi rihê jiyana komînal jinên gundan ji bo pêşketina kar û xebatên çandiniyê alîkariya hev dikin û dibêjin: "Di riya kar û xebatê çandiniyê de em rê li ber belengaziyê digirin."   Di civaka xwezayî de jinê çandinî pêş xist û civak bi rêve dibir, lê piştî avakirina tebeqeyan sîstemên desthilatdar civakbûyîn belav kir û di riya avakirina bajaran û pêşketina teknîkê de çanda çandiniyê kêm bû. Lê çanda civaka xwezayî di şexsê jina gundan de zindî ye û ji bo pêşketina çandiniyê di nava kar û xebatê de ye.   Kameraya Ajansa Jinnews’ê rewşa jinên gundê Til Sexirê ku girêdayî bajarê Hesekê ye bi taybet ji aliyê xebatên çandiniyê şopand û  jinan gotin: "Jin û xweza hevdû temam dikin." 'Taybetmendiya ku xweza û jinê bi hev girê dide afrînerî ye'   Jina bi navê Ayşe Îsa 42 salî ye teqez kir ku parastina xebatên çandiniyê girîng e û wiha axaftina xwe domand: "Ez dayika 4 zaroka me, hevjînê min jî astengdar e, em wekî jinên gundan em parastina çand û dîroka xwe dikin, di çandiniyê an jî di xwedîkirina lawiran de, bi riya çandiniyê em xwe xwedî dikin û alîkariya malbata xwe dikin, lê em pir ji karê xwe hez dikin, jin bi xwezayê re girêdayî ye ji ber ku xweza û jin herdû jî afrîner in."   'Jiyana komînal di jiyana gundan de zindî ye'   Ayşeyê di dewama axftina xwe de behsa rihê komînalbûyinê kir û wiha pê de çû: "Di gundan de jin bi rihê jiyana komînal alkariya hev dikin, çi di milê çandiniyê an xwedîkirina lawiran an jî di çêkirina nanê tenûrê, yê ku jiyana gundan xweş û geş dike ew e ku jiyana komînal tê de li pêş e û her kes alîkariyê dide hev."   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bang li komelên alîkariyê kir ku ji bo pêşxistina xebatê çandiniyê alîkarî bide gundiyan.   'Em ê rê nedin belengazî û birçîbûnê'   Jina bi navê Xeyriya Ehmed teqez kir ku jin bingeha avakirina civakek saxlem e û wiha domand: "Kar ne tenê ji bo mêr hatiye çêkirin, ji dîrokê ve û heya roja me ya îro jin ji bo xwedîkirina zarokên xwe, afrandina dermanan û birêvbirina civakê kar û xebatê dike, di jiyana gundan de jin xwedî rolek çalak e, çi kar jê tê xwestin dike avdanî, xwedîkirina lawiran, perwerdekirina zarokan, çêkirina nan, seyandina malan û çandiniyê jî dike. Di riya kar û xebatê me de em ê rê nedin birçîbûnê û belengaziyê."   'Ji bo alîkariya cîrana xwe kar dikim'   Xeyriyayê bal kişand ser amadekariya wan ji şînkahiyên demsalê re û wiha pê de çû: "Me şitilê bacanan çandiye, her wiha me bexdenûs, xas û sîr jî çandiye. Îro ez hatime alîkariya cîrana xwe bikim da ku em giha ji nava sîran rakin û bidin lawirên xwe."   Xeyriyayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di riya kar û xebatên me yên çandiniyê de em pêdiviyên xwe yên jiyanê peyda dikin her wiha em rê li ber belengaziyê digirin."