Ji bo cenazeyê keça xwe bigire bi mehan têkoşîn da 2020-03-16 09:02:45   AMED - Dayika Aştiyê Kutsiye Eryilmaz ji bo cenazeyê kaça xwe Zehra Eryilmaz bigire bi mehan têkoşîn meşand û  ji bo malbatên ku li cenazeyên zarokên xwe digerin wiha got: “Dest ji lêgerîna xwe bernedin. Li Meletiyê bi sedan cenaze hene. Ew ne bêkes in.”   Di 8’ê Kanûna 2019’an de li herêma Şenyayla ya navbera Muş û Amedê de pevçûn derketibû û di pevpçûnê de Zehra Eryilmaz ya YJA-STAR’ê bi 5 kesên din re jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê piştî mehan şûnde teslîmê malbatê hat kirin.  Dayika Aştiyê Kutsiye Eryilmaz di encama hewldanên demdirêj de cenazeyê keça xwe girt. Rayedarekî ji qereqola Muşê ku sibehekê li Kutsiyeyê geriya diyar kir ku keça wê Zehra li Mûşê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê li Meletiyê ye. Kutsiye dikeve rê û li her derî dixe. Lê ji tu derê bersiva erênî nagire û herî dawî serî li ÎHD’a Amedê dide.  Kutsiyeyê di hefteya borî de daxuyaniyek li ÎHD’a Amedê da û  got di hefteyekê de cenazeyê keça xwe nebîne wê dest bi greva bêdem û dorveger bike.    ‘Ji keça min ditirsin’   Piştî daxuyaniya Kutsiyeyê di 12’ê Adarê de dozgeriya Mûşê geriya û got DNA derketiye û dikare keça xwe ji Meletiyê bigire. Kutsiye çû Meletiyê û keça wê li goristana bêkesan hatibû definkirin.  Kutsiyeyê keça xwe bi destê xwe derxist û anî Amedê.  Vê carê rastî astengiya polîsan hat û gotin ji bilî malbatê kes nikare tevlî merasîmê bibe. Li ser vê tevlîbûna rêxistincên civaka sivîl û gel hat astengkirin.     Kutsiyeyê bi gotinên weke ‘Ji bo keça min bê dîtin 5 trîlyon lîra danîbûn. Wisa ji keça min ditirsin,  hemû polîs ji cenazeyê wê tirsiyan û rabûn ser piyan. Bi dehan polîsî cenazeyê keça min dorpêç kirin. Li hember miriyan jî rêzdarî nema ye.”    ‘Îşkence li cenaze hat kirin’   Kutsiyeyê got çawa hîn bûne ku Zehrayê jiyana xwe ji dest daye ji bo teşhîsê çûne Meletiyê, ji diran, mil û porê wê nas kiriye lê vê têr nekiriye û DNA jî daye.  Kutsiyeyê bi lêv kir ku îşkence lê hatibû kirin û got: “Cenaze nedihat nasîn. Bi balafiran lê xistibûn. Ew jî têr nekiribû bi çekan îşkence lê kiribûn. Zehra min nedihat nasîn. Gelo ev di mirovahiyê de heye?  Dayikek zaroka xwe nas nake, ev êşa herî mezin a cîhanê ye.  Bila her kes xwe bike şûna min. Kîjan dil dikare li berxwe bide. Du diranên keça min yên jor li ser hev bûn. Keça min her tim digot ‘dayê tu yê min ji diranên min nas bikî’. Min ew ji diranên wê nas kir. Milên wê zirav bûn. Porê wê dirêj bû. Ji porê dirêj hez dikir. Min wisa nas kir lê gotin ev têr nake li bendê DNA’yê bimîne. Bi mehan ez sekinîm. Lê wan li goristana bêkesan defin kiribû. Keça min ne bêkes e.”   ‘Zarokên me ne bêxwedî ne’   Kutsiyeyê destnîşan kir ku bi sedan cenaze li goristina bêkesan a li Meletiyê ne û wiha bang li malbatan kirin: “Min tu car dest ji lêgerînê berneda. Derûniya min pir xerab bû. Min dest bi bikaranîna dermanan kir. Lê tevî her tiştî ez li keça xwe geriyam. Hûn jî li zarokên xwe bigerin. Biçin Meletiyê, bi sedan cenazeyên xistine poşetan û li goristana bêkesan definkirine hene. Zarokên me li goristanên bêkesan defin dikin. Ew zarokên me ne. Ne bê xwedî ne. Biçin xwînê bidin. Zarokên me ev heq nekirin. Ez bang li malbatan dikim, ancax em dikarin xwedî li zarokên xwe derkevin.”   ‘Kurê xwe jî li Kobanê winda kiribû’   Kutsiye ku li mala şînê ya Farqînê ya Amedê sersaxiyan qebûl dike, kurê xwe jî li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞ’ê winda kiriye. Bi salan berê kurê xwe Ridvan û niha jî keça xwe Zehra winda kir. Lorînên Kutsiyeyê kezebê dişewitîne. Kutsiyeyê wiha got: “Min kurê xwe Ridvan bi destên xwe defin kir. Keça xwe Zehra jî bi destê xwe ji bin axê derxist. Heta dawiya jiyana xwe ez ê xwedî li bîranîna zarokên xwe derkevim.”