‘Me xwe rêxistin kir û zîhniyeta mêr pelçiqand’ 2020-03-15 09:14:09   Şehrîban Abî   COLEMÊRG - Sultan Abî ku di zarokatiya wê de bi îşkenceyê hat revandin û zewicandin, piştî salan şûnde bi xebatên jinan yên partiya siyasî xwe rêxistin dike û li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîna xwe mezin dide. Sultan wiha dibêje: “Em jin bi hêza ku didin hev, êdî zîhniyeta mêr dipelçiqînin.”   Yek ji jinên Kurd ya li dijî rolên zayenda civakî û zîhniyeta serdet ya mêr xwe rêxistin kir û jiyana xwe ava kir, Sultan Abî ya di temenê biçûk de hatiye zewicandinê ye.   Sultan Abî (65) ji ber xusumeta navbera du malbatan de di 11 salî de tê revandin û zewicandin. Sultan piştî tê revandin dibin gundê Feraşîn ya Elkê ya Şirnexê. Sultan li vir rastî îşkenceyan tê. Sultan di 11 salî de wek berdel tê zewicandin û wiha got: “Du xwişkên min ji min mezintir bûn. Lê yên hatin malê xwestin ez bizewicim. Gotin bila bi mêrê ku bê zewicandin re yanî bila bi hev re mezin bibin. Em gelek biçûk bûn. Lê min fêm kir ku wê min bizewicînin. Ji ber ku me li derdorê pir zêde tiştên wisa didît.”   ‘Bi îşkenceyê revandin’   Sultan dema ku hat revandin bi van gotinan vegot: “Em li zozanan bûn. Ez li ber pez bûm. Dayik û xwişkên min jî şîr didotin. Yên ez revandim jî li wê zozanê bûn. Navbera malbatan de xusumet hebû. Ji ber vê ez revandim. Hatin mala me, li ser sifreya me rûniştin. Birayê min heta derketina gund ew derbas kirin. Lê neçûbûn heta sibehê li wir sekinî bûn. Ji bo revandima min sekinîbûn. Wê demê ji bo revandinê pere jî dabûn şivan. Ji bo firakan bigirim çûm ser gir. Gotin tu kî yî. Min jî texmîn nekir ku wê min birevînin. Gotin li wesayîtê siwar bibe. Min got ‘na.’. Lê bi zor û îşkenceyê ez lê siwar kirim. Jinan xwest pêşî lê bigire lê gule bi ser jinan de barandin. Pêlav û laçika min li wir man. Ji bo malbat me nebîne ez birim gundekî din. Tevî hemû qêrîn û girî ez nedam malbatê.”   ‘Me herî kêm li 100 pezî mêze dikir’   Sultanê diyar kir ku piştî 5-6 salan şûnde zarokên wê çêbûne û got: “Zor û zehmet be jî ez hînê vê jiyanê bûm. Me bi jinan re li 100 pezî zêdetir mêze dikir. Mêran tenê gîha dida pez.”   Sultanê destnîşan kir ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser wê kiriye û ji ber vê hêza jina Kurd dîtiye, zîhniyeta serdest ya mêr şikandiye û got: “Me gelek êş kişand. Em wek kole dihatin xebitandin. Her ku sal derbas bûn fikrên Abdullah Ocalan û xebatên partiya siyasî gelek tişt guhert. Em ji gund nû hatibûn Geverê. Li wir tevlî xebatên partiyê bûm. Heta derengiya şevê em di civînan de bûn. Roja ewil dema hatim malê hevjînê min got ‘tu li ku ye heta vê saetê’. Min jî got ‘ji vir şûnde wisa ye. Êdî tu yê li zarokan binêrî û sifreyê amade bikî.’ Dengê xwe nekir. Êdî em bi jinan re bûbûn yek û me bi hêza xwe zîhniyeta serdest ya mêr dipelçiqand. Her ku min xwe rêxistin kir, zarok û hevjînê min jî rêxistin bûn. Fikra wan jî guherî. Hevjînê min ne wek berê bû. Em bi hev re sifreyê amade dikin. Em bi hev re karê din dikin.”