'Em jinên ciwan li gorî xeyalên xwe dijîn' 2020-03-11 09:01:59   Semer El-Esed - Raperîn Îsmaîl Ezo   HESEKÊ - Jinên ciwan ên li navenda Berfîn a Hesekê perwerdeyê dibînin gotin: "Perwerdeya me ji bo parastina jiyana mirovan e. Em jinên ciwan di nava şoreşê de li gorî xeyal û armancên xwe bijîn."   Li Navenda Jinên Ciwan a Berfîn a taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ji bo jinên ciwan her tim perwerdê tên dayîn. Jinên ciwan vê navendê wekî mala xwe ya duyemîn dibînin û li vir hînê pîşeyên cuda dibin. Niha perwerdê ya qursên weke dirûn, komputer, kuafor, tenduristî, zimanê kurdî û înglîzî tên dayîn. Dema dewreyek diqede dewreyek din didin dest pê kirin. Jinên ciwan û mamosteyên navendê derbarê perwerde û encamên perwerdê de nêrînên xwe anîn ziman.    Ji rêveberiya navendê Mîdiya Dawûd da zanîn ku armanca wan ji vekirina vê navendê ew e ku jin bikarin tê de hem perwerde bibin hem jî bi rehetî fikirên xwe bînin ziman û wiha pê de çû: "Ermanca me ya sereke ji bo vekirina vê navendê perwerdekirin û pêşxistina ciwanan li ser fikirê rast e. Em ê weke jinê kurd û ereb dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Tu kes nikare mafê me bin pê bike. Hêviya min ji hemû jinan ew e ku bê deng nemînin û zilmê li xwe qebûl nekin."   'Mafê jinan heye di her karî de cîh bigire'   Mamosteya perwerda komputere dide Enûd Ferhan jî diyar kir ku perwerdeya ciwanan di vê serdemê de girîng e û wiha domand: "Ji sala 2018'an de ez perwerdeya komputerê didim. Bi riya vê perwerdeyê me xwest em jinan ji fikirên kevneperest ên civakê paşdixe rizgar bikin. Niha em di serdema teknolojiyê de ne û mafê jinan heye tevlî her karî bibin. Ji bo bikarin di hemû dam û dezgehan de bixebitin pêdivî bi zanîna teknîkê heye. Em jî hewildidin di aliyê teknîkê de tiştên pêwîst didin. Eger jin fikrê xwe pêş nexe û azad nebe, wê civak bê bingeh bimîne, ji ber ya ku civakê ava dike jin e. Wê jin her hebin, hêviya min ji hemû jina ewe ku ji wî qalibê berê jêre hatî diyarkirin derkevin hişyar bibin û li derdora xwe baş mêze bikin. Her kes dikare armancê xwe pêk bîne, ev serdema piratîk û pêkanînê ye."   'Em dixwazin jin hinê hemû pîşan bibin'    Mamosteya perwerdeya tenduristiyê Buşra Sultan jî bi bîr xist ku perwerdeya wê ji bo parastina jiyana mirovaye û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Em weke hemşîre armanca me ji vê perwerdeyê ewe ku alîkariya mirovan bikin. Dema ku mirovek li cihekî nexweş bikeve yan jî qezayek çêbibe, em alîkariya wan bikin. Em dixwazin wan jinê bindest fêrî hemû pîşeyan bikin. Di vê demê de şerme jinek nezan bimîne, derfet li pêşiya hemûyan vekiriye."   'Xeyalê min ku ez bibim hemşîre'   Endama navendê Sîdar Hesen Şêxmûs a ku tevlî perwerdeya tenduristiyê dibe xeyalên xwe yên ji bo pêşerojê wiha rave kir: "Ev du heyve ez tevlî vê perwerdeya tenduristiyê bûm e. Xeyalê min ew bû ku ez bibim hemşîre û alîkariya miovan bikim. Ez dixwazim mejiyê min hîn pêş bikeve. Banga min ji bo hemû jinê ciwan ew e ku ji nava sînorê malê derkevin û xwe azad bikin."