Fatma ya bi pitika xwe re kulîlkan difroşe li benda piştgiriyê ye 2020-03-09 09:05:58   Fîlîz Zeyrek   MERSÎN - Fatma Yurdaur a ku 11 sale kulîlka sosinê difroşe, hewl dide bi vê debara 4 zarokên xwe bike. Fatma pitika xwe ya biçûk li pişta xwe dike û tevî şert û mercên hewayê jî li kolanan sosinan difroşe û bang li rayedaran kir ku rewşa wê bê dîtin.   Fatma Yurdaur a li navenda Mersînê li kolanan heta êvarî kulîlka sosinê difroşe, têkoşîna jiyanê dide. Fatma di berf û baranê de jî pitika xwe hildigire û li pey nanê xwe digere. Fatma ji bo debara xwe bike û li 4 zarokên xwe binêre di nav van şertan de dixebite.   ‘Ji bo nanê xwe bi pitika xwe re li kolanan kulîlkan difroşim’   Ji ber hevjînê wê naxebite, Fatma dixebite û pitika wê ya li pişta wê hîna 8 mehî ye. Fatma nikare zaroka xwe ya biçûk li malê bihelê û zaroka wê ya herî mezin jî 11 salî ye. Fatma diyar dike ku di vê sermayê de zaroka wê nexweş bikeve jî neçar e bixebite û got: “Ev 11 sale ez vî karî dikim. Ez dikim erebokan pitikan û derdikevim. Em di bin şert û mercên zehmet de nanê xwe derdixin.”   ‘Mixabin nirxa keda jinê tune ye’   Fatma ku dema dixebite jî bi gelek pirsgirêkan re tê rû hev wiha dibêje: “Kolan ji bo jinan ne bi ewle ne. Mixabin tu nirxa keda jinê tune ye. Tevî vê em hewl didin li ser piyan bisekinin. Em naxwazin hewcedarê kesî bibin. Ez dixwazim zarokên xwe bidim xwendin. Qe nebe bila karekî wan hebe.”   Fatma sê qevdên sosinan bi 10 TL difroşe û got tevî îsal bihayê wê xistiye jî wek berê nayê firotin û wiha dawî lê anî: “Ez ji rayedaran ji bo hewcedarî û perwerdehiya zarokên xwe alîkariyê dipêm.”