Bi komînal cilûbergê kurdî didirûn 2020-03-04 14:56:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jin bi hev re cilûbergê kurdî didirûn û bi vê riyê debara xwe dikin û dibin xwedî aboriyeke serbixwe. Karê wan ê bi hev re fikrên nû û kolektîfiyê diafirîne.    Li bajarê Silêmaniyê hejmarek jin karê dîzayna cilûberge kurdî dikin. Hinek ji van li mal bi komî vî karî dikin. Gula Dîzayn yek ji van grûbane û nêzî du salane karê dîzayna cilûbergê kurd dike.   Ev grûb ji 9 jinan pêk tê û piraniya wan heval û xizmên hevin. Karê dûrînê, dîzaynkirina nexşan û hunandinê dikin. Cilûbergan bi dest didûrîn. Gelek cûrên murî, kirîstan û pûlî bi kar tînin. Cilûbergehên didirûn bi resenî tên çêkirin, xweşiktir û balkêştir in.   Jinên Gula Dîzayn di destpêkê de tenê ji bo xwe û xwestekê ev kar kirine. Di destpêke de cilên kurdî ji bo xwe dirûne. Piştre biryar dane ku bi hev re kar bikin û ji bo aboriya xwe bikin çavkaniyek. Ji bo ku sûd ji hêza hev bigirin û cilûbergên xweşik çêbikin weke grûb dest bi kar kirine.   Grûba Gula Dîzayn gelek cûrêyên cilûbergen didirûn. Ev grûb li mal kar dike û dikana wan nîne. Lê, ji bo belavkirinê li Herêma Kurdistanê sûd ji torên civakî digirin. Bi vê rê bazarek germ ji bo van peyda bûye. Li Herêma Kurdistanê nêzî 4 salane xwestekek zêde li ser dîzayna cilûbergê kurdî heye. Jin ji bo bibin xwedî aboriyek serbixwe vî karî dikin û xwestekeh zêde li ser heye. (Rojnews)