Berxwedana sê sal e li qadê didome: Alev Şahîn 2020-03-01 09:15:33   Gulistan Azak   DUZCE - Alev Şahîn ku piştî bi KHK’ê hat îxrackirin şûnde Qada Duzceyê veguhert qada berxwedanê, da zanîn ku 8’ê Adarê cara sêyemîn bi berxwedana xwe pêşwazî dike û got ala 8’ê Adarê wê dest bi dest bê ragihandin û berdewam bike.   Alev Şahîn 39 salî ye û mîmar e. Ji Fakulteya Mîmarî ya Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê mezûn bûye û bi KHK’ê ji kar hat îxrackirin. Bi salane ji bo karê xwe şûnde bigire li ber Parka Avnî Akyol a Qada Duzceyê çalakiya rûniştinê pêk tîne. Çalakiya xwe her rojên pêncşemê dibe ber avahiya AKP’a Duzceyê, lê di her çalakiya xwe de tê binçavkirin û cezayê pere lê tê birîn.   Ji ber nelêrêtî qebûl nekir raye ji dest hat girtin   Alevê 6 sal berê tayînê Midûriyeta Hawirdor û Bajarvanî ya Duzceyê dibe. Di pêvajoya xebatê de ji ber nelêrêtî qebûl nekir, salekê ket kar negirt û rayeyên wê ji destê wê tê girtin û ji peywirê tê girtin. Tevî cezayên ku girtiye jî tu car dest ji têkoşîna ked û nanê xwe berneda. Di 6’ê Çileyê 2017’an de bi KHK’ê ji kar hat girtin. Alevê wiha got: “Bêguman ev ne tenê mijara nanê min e. Karê min ji destê min hat girtin. Ev encama nûneriya min ya sendîkayî bû.”   Alevê di 30’ê Çileyê 2017’an de bi pankarta ‘Ez ne kujer im, ne diz im, ne darbekar im.’ derket Qada Duczayê û ji 29’ê Sibatê heta niha 1120 roj li pey xwe hişt.   ‘Gel xwedî li berxwedêr derdikeve’   Alevê got hemû kesên birîn ji pergalê girtine piştgirî danê û got: “Min li qada berxwedanê bîranînên xweş kom kir. Ez xwe li behra gel hîs dikim. Gelê Anatolyayê xwedî li berxwedêr derdikeve. Ez di bin baran û berfê de li vir bûm. Yên sîwan dan min, yên simîda xwe bi min re parve kirin ên xwarin ji malê anîn ji min re. Ez van tiştan ji bîr nakim. Yên ez nêzî xwe dîtim hebûn, pirsgirêk û derdên xwe parve kirin hebûn. Ev gelek bi nirx in. Tevî hemû zext û êrîşan ya ez li ser piyan hiştin ev hezkirin û rêzdarî bû. Dewlet jî dizane li vê qadê ne ez tenê bi hezaran kes hene.”   Alevê di dawiya axaftina xwe de got 8’ê Adarê ji bo hemû cîhanê mîrate ye û wiha dawî lê anî: “Li vî welatî jinên ji bo azadî û wekheviyê li berxwe dane û canê xwe dane hene. Hilgirtina ala wan rûmetek mezin e. Ya ku vê alê hildigire îro Alev e, sibehê Ayşe, Fatma û gelek kesên din in. Ev wê wisa bidome. 8’ê Adarê wê bi hilgirtina alê berdewam bike. Heta ku cîhaneke azad,wekhev û adîlane bê afirandin.”