Jinên gundê Rîhanî: Hemû kar bi destên jinan tê kirin 2020-02-28 09:05:21   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên li gundê Rihaniniyê yê navçeya Silopiyê anîn ziman ku di demsala zivistanê de ji ber ku hemû kar li ser milên wan dimîne karê wan ê rojane du qat zêde dibe.    Her demsal li gorî xwe zahmetiyên wê yên di warê jiyanê de hene. Ji van demsalan yek jê jî demsala zivistanê ye ku hem di warê aborî û hem jî di warê jiyanê de mirovan dixe zorê. Li gundan ev demsal bêhtir zahmed derbas dibe. Jinên ku li gundê Rîhanî yê Sîlopiya Şirnaxê ne jî diyar dikin ku di demsala zivistanê herî zêde jin zahmetiyê dibînin, ji ber ku karê wan ê rojane du qatan zêde dibe.      Jina bi navê Hatîce Yerlî ya ji gundê Rîhaniyê ye anî ziman ku jiyana gund her çiqas zehmet be jî ew fêrî wê bûne û wiha got: “Em ji gelek gundê xwe hez dikin. Li vir jiyan çiqas  zehmetbe ew qas jî xweş e. Ji ber ku havînê gundê me dibe wekî bihuştê. Li vê derê em her tiştî bi destên xwe ava dikin û hildiberînin. Bi vî rengî em mihtacê tu kesî nabin.”   ‘Herî zêde em jin dixebitin’   Hatîce, bi lêv kir ku bi destpêkirina sermayê re karê li derve zêde namîne lê li malê kar gelek zêde ye û ev jî li ser pişta me jina ye. Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Di demsala zivistanê de karê çandiniyê tune ye û har hemû dikeve malan. Ev karê li malê jî hemû li ser milên jinan dimîne. Jin sewalan xwedî dikin û di ber jî karê malê dikin. Hem paqijiya malê dikin û hem jî zarokan xwedî dikin. Ji ber wê karê me jinan di vê demsalê de ji karê mêran zêdetir û bêhtir zahmet e."   'Em debara xwe bi çandiniyê dikin'   Hatîceyê anî ziman ku jin herî zêde zivistanê dixebitin lê bi giştî di hemû demsalan de jî karên ku jin dikin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Havînan jî em çandiniya fistiq, genim,pembo û garis dikin. Ji payizê de cot dest pê dike. Biharê jî cihên mayî tên cotkirin ber bi zivistanê jî em berhemên xwe kom dikin û amadekariya zivistanê dikin. Dîsa di karê çandiniyê de jî em jin dixebitin. Herwiha em fistikan hildiberînin û ev jî bi destên jinan tên çinîn. Em debara xwe bi çandiniyê dikin. Ger ku çandinî nebe em nikarin debara xwe bikin. Em serê sibehê berî roj derbikeve radibin û heta êvarê dixebitin.”   Herwiha hatîceyê kêfxweşiya xwe ya ji bo barîna berfê jî anî ziman û ev tişt got: "Bi barîna berfê re hewa gelek sar bû. Lê dîsa jî me kêfxweş kir, ji ber ku ev 15 sal bûn cara yekê ye li gundê me berf bariya."   'Em havînê hilberînê dikin, zivistanê pê debara xwe dikin'   Jina bi navê Şukran Yelfe ya ku ji gundê Rîhaniyê ye û dayika 5 zarokane jî anî ziman ku jiyana gundan gelek xweş e lê zivistanê karê wan hinkeî din zêde dibe û wiha axivî: “Jiyana gund havînê xweşe lê zivistanê hinek zehmete. Ji ber zivistanê sewal di hundir de tên xwedîkirin û xwedîkirina sewalan jî li ser milê jinê ye. Em serê sibehê zû radibin êmê sewalan didin,  piştre tên pêdiviyên zarokan bi cih tînin. Em havînê karê cotkariyê û zivistanê jî sewalan xwedî dikin. Li vir jiyan carna zahmet û crna jî xweş derbas dibe. Lê em ji gundê xwe hez dikin. Em bi hilberîna ku havînê dikin zivistanê pê debara xwe dikin.”   'Piştî 15 salan li gundê me berf bariya'   Şûkranê di dirêjiya axaftina xwe de got ku piştî 15 salan li gundê wan berf bariye û wiha got: “ Em bi barîna berfê re gelek kêfxweş bûn, lê ji ber ku hewa cemidî ji bo sewalan jî zehmet bû. Min çû di axur de agir pêxist ji bo cihê sewalan germ bibe."