Heskîf di bin avê de ye û koçer di riya koçberiyê de ne 2020-02-23 09:11:27   Berîtan Canozer   ÊLIH - Koçerên ku bi bilindbûna ava Bendava Ilisuyê re ketin riya koçberiyê wiha gotin: “Çi xwestin ji Heskîfê?” Jina bi navê Halîme Koyun jî diyar kir ku malên gelek kesî di binê avê de mane, mexdur bûne û wiha got: “Heskîfeke bêkes ma. Her ku av bilind dibe, her tişt jî tune dibe.”   Ava bendava Ilisu roj bi roj bilind dibe û li  bajarê dîrokî Heskîfê yê 12 hezar salî û Geliyê Dîcleyê jî av bilind dibe.  Cihê 199 goran yê li navenda xwecihbûnê, ji 50’yî zêdetir gund, berhemên dîrokî û xweza di bin avê de winda dibe. Bi hezaran kes neçar man warê xwe terk bikin û gelek malbat beyî alavên xwe bigirin ji malên xwe derketin.  Gelek xaniyên welatiyan bi alavan re di bin avê de man. Piştî barana bariya şûnde bi bilindbûna ava bendavê re ketina navçeyê jî di rojên borî de hat qedexekirin.   Koçer jî koç dikin   Koçberên ji ber çêkirina bendavê neyînî bandor bûn  jî bi bilindbûna avê re ketin riya koçberiyê. Koçerên li gundê Zaxora , di rojên borî de ji ber bilindbûna ava bendavê konên xwe rakirin. Ji ber bendavê bi dehan koçer ji cihê xwe bûn.   ‘Heskîfek bêkes’   Jinên koçer diyar kirin ku ew herî zêde ji ber Heskîfê xemgîn dibin û got wê Heskîf bêkes bimîne. Halîme Koyun diyar kir ku piştî salan şûnde av vekişe dibe ku Heskîf dîsa derkeve holê lê wê bêkes be.   Halîmeyê daxuyakirin ku li gund şivaniyê dikin û bi salan e li vî gundî dijîn û niha ji ber bilindbûna avê neçar mane derkevin.   ‘Her ku av bilind dibe her tişt tune dibe’   Halîmeyê ev tişta li Heskîfê hatiye kirin wek bêwijdanî bi nav kir û wiha got: “Ava bendavê gihiştiye konên me. Ev 2-3 sal bû em li vir bûn. Di rewşa heyî de em digeriyan. Lê ev der ji bo me baş bû. Di navberan de em diçûn herêmên din. Lê niha em bi giştî diçin.  Me carna masîgirî dikir. Me sewalên xwe diçêrandin û wisa debara xwe kir. Gelo çi ji Heskîfê xwestin. Gelek kes ji warê xwe bûn. Em evqas li dijî vê derketin. Her ku av bilind dibe her tiştê me winda dibe.”   ‘Em naxwazin biçin’   Sabahat Koyun jî xemginiya xwe anî ziman û bertekên xwe wiha anîn ziman: “Ji bo me eqas ne pirsgirêk e,  em dikarin cih bibînin û debara xwe bikin. Lê ev mirovên din. Piraniya alavên xwe jî xilas nekirin. Li ber çavên me avê sê xanî di bin avê de ma. Mirovan bi vê rewşê malên xwe terk kirin. Me jî alavên xwe şandin. Me êmê sewalan jî şand. Em ê jî çend rojên din derketin.”