Xedîce El-Zeîm: Jin bijîşkên destpêkê ne ji giyayên xwezayê derman çêkirine 2020-02-23 09:03:24   Ezrai El-Seido   KOBANÊ - Xedîce El-Zeîm ji giyayên xwezayî dermanan amade dike, bi jêhatî û pisporî xebitiye. Xedîcayê dibêjê: "Hemû nexweşên tên ber destê min teqez baş dibin û mala min dermangeha nexweşiyê ye, ji bo wê her kes ji min sûdê dibînê."    Xedîce El-Zeîm a 61 salî nişteciha herêma Sirînê û ji pêkhateya Tirkmen e, jin û zarokên nexweş bi giyayên  xwezayî derman dike. Ji kulîlk û giyayên xwezayî yên ku gelek bi sûdin dermanê nexweşiyan çê dike. Ev 25 sal in bi vê hunera xwe ya dermansaziyê nexweşan derman dike. Kulîlk û giyayan tevlîhev dike û derman bi xwe amade dike, bi vê pîşeyê xwe cûreyên nexweşiyên cûda yên di nav mirovan de derman dike, ev pîşe jî ji dapîra xwe girtiye. Têkildarî çîroka dayika Xedîce û xebata wê, Xedîce ked û xebata xwe ji me re parve kir.    'Jin û zarokan bi bawerî derman dike'   Xedîce di destpêkê de qala fêrbûna pîşeya xwe ya dermanê xwezayî kir û wiha got: "Min ev pîşeya xwe ji dapîra  xwe girtiye, di dema xebata wê de min ew çavdêrî dikir û jê dipirsî li ser çawaniya dermankirinê û cureya nexweşiyê, wê jî ji min re şîrove dikir. Li ser nexweşiyên jinê dapîra min bi taybet şîrovedikir. Nexweşiyên malzaroka jin û dermankirina wê, dûcaniya jin û welidîna wê, her wiha zarokên nexweş jî derman dikir. Dabîra min bi baweriyeke mezin nêzî nexweşiyan dibû."      'Jin bijîşkên destpêkê ne ji xwezayê derman çêkirin'    Di dewamiya gotina xwe de Xedîce bal kişand li ser jinên destpêkê yên ku ji xwezayê derman di afirandin û wiha domand: "Jin  yekem bijîşka ku ji giyayên xwezayî derman çêdikin. Mêran her hewil didan ku vê zanîna jin veşêrin, ji ber ku ne di xwestin ku jin bibe zanyar."   'Bijîşkên jin di dermankirina mirovan de bi ser ketin'     Xedîce bal kişand ser cureyên dermanên xwezayî û wiha dewam kir: "Bîst cûreyên dermanan hene, ew jî ji giyayên xwezayî sirûştî ne. Ez wan giyaye hûr dikim, pişt re li hev dixim û dermanên jinê jê çê dikim, bi vî awayî jin rehet dibe. Bijîşkên jin bi ser ketin di dermankirinê de. Pêşketin bi zanebûnê mayinde dibe, ji ber pisporiya zanistî û bîreweriya jin ya jiyanê heye. Jin di ezmûnên dermankirinê de isbat kir ku ew ji bijîşkan bêtir têgihiştiye."    'Gelek mirov dermanê xwezayî çêtir dibînin'   Xedîce li ser berdewamiya vê çandê di nava civakê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dermankirina mirovan bi giya di jiyanê de bûye tiştekî girîng û gelek rêbaz jê re hene, ji berê de hebû û hîn jî di nava civakê de diherike. Gelek mirov dermanê xwezayî çêtir dibînin, ji ber ku tu bandorên wê yên  neyênî li ser bedena nexweşan tuneye. Dermanên kîmyasal yê ku ji hêla dermanxaneyan ve têne çêkirin, bandorên wan yên neyînî li ser nexweşan hene."   'Mala min dermangeha nexweşiya ye'   Xedîce wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gelek nexweşên tên gel min, baş dibin. Mala min dermangeha nexweşiya ye. Mirov ji deverên weke Minbic, Reqa, Heleb û Hesekê berê xwe didin vir. Ez gelekî şad dibim gava ku mirov li ser destê min rehet dibe. Ez naxwazim ku deravan ji nexweşan bistînim, di çi demê de be ez nexweşan pêşwazî dikim. Li gorî hêza xwe, ez tu carî ji derman û arîkariya wan berteng nabim, tevlî ku ez nikarim zêde li ser lingê xwe bimeşim, bi dermankirina nexweşan ez kêyfxweş dibim û ez ji erkê xwe hez dikim."