Fatmaya ku xaniyê wê hildiweşe: Feqirî û hejarî kirin qedera min 2020-02-20 09:17:13   Medya Uren - Berîtan Canozer   AMED - Şert û mercên jiyana Fatma Geçer rastiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Fatma 23 salî û 2 zarokên wê hene. Fatma bertek nîşanî rayedaran da û got: “Dewlet alîkariyê dide welatên din lê xizanê li welatê xwe nabîne. Ger ev xanî li ser me hilweşe, piştre hûnê hişyar bibin."   Fatma Geçer li Gundê Kabi girêdayî navçeya Sûra Amedê dijî. Fatma 23 salî ye û 2 zarokên we hene. Bi zarok û hevjînê xwe re di xaniyeke xirbede dijî. Xaniyê wan ji odeyek û salonek pêk tê û li ber hilweşînê ye. Ewlehiya malbatê nîne. Ji bo alîkariyê Fatma serî li gelek cihan daye lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Bi alîkariya ciranan malbta debara xwe dike. Fatma destnîşan kir ku gelo rayedar li benda hilweşîna xaniyê ne û dê piştre alîkarî bide?    Fatma bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û niha li gundê Kabi ya girêdayî navçeya Sûra Amedê bi hevjîn û zarokên xwe re dijî. Ji ber bêkarî û xizaniyê li xaniyeke hilweşiyayî de jiyana xwe didomînin. Fatma di serî de rewşa xwaniyê xwe tîne ziman. Xaniyê hilweşiyayê bi nayloneke mezin hatiye nixûmandin û hemû aliyên wê bi heriyê hatiye sewaxkirin. Xanî ji odeyek û saloneke biçûk pêk tê. Quncikek ji xwe re kirine cihê serşoyê. Li ser keviran firax hatine rêz kirin. Her wiha li her dîwarên qulbûyî bi pîneyan hatiye girtin. Ji ber nivînan cihê rûniştinê nîne û di odeyê de tenê bacayek heye. Malbat bi zarokên xwe re li vir radizin lê dibe ku banê xaniyê tep bibe li ser malbatê. Sobeyek hatiye dayîn hem xwarin li ser çêdikin û hem jî xwe germ dikin. Dema havînê jî sobeya xwe derdixin dervê li vir pêdixin û xarina xwe çêdikin.    'Me serî li cihên fermî da'   Fatma her tim di nav hewldanan de bû jî bo alîkariyê bigire. Serî li gelek cihên fermî yên dewletê da lê belê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Fazma dixwaze zarokên wê di nav şert û mercên baş de bijî. Fatma wiha rewşa xwe anî ziman: "Mixabin tiştek destê min nayê û kesek jî dengê min nabhise. Heke ev ban li ser me hilweşe, piştre dê wijdan biêşe, lê belê piştî ku em mirin wijdan bêşe jî ne feyde ye. Par jî nûçeya me hat çêkirin û ji bo me alîkarî hatin komkirin, lê alîkariyên ku hatin komkirin nedan me. Her wiha ji bo alikariyê me serî li walîtî, qeyemeqam û şaredariyê da lê berkivek nedan. Tenê şaredarî got biçin xaniyek din û em ê 6 mehan kirêya wê bidin. Lê belê piştre em ê çi bikin?"   'Kesên ku nejîn fêm nakin jî'   Fatma beriya niha zarokên xwe teslîmê xwesiya xwe dikir û diçû kar. Lê xwesiya wê felç derbaz kir û ew êdî neçar dimîne ku li zarokan binere. Fatma wiha bang rayedaran kir û got: "Ez xaniyek mezin, qesrek naxwazim. Ez xaniyek bicûk dixwazim ku em lê bistirin. Bila zarokên min riheta razên. Hek tiştek bê serê me divê bê zanîn ku dewlet berpirs e. Ji ber ku rewşa ku em tede dijîn najîn û fêm nakin jî."   ‘Êdî bes e'    Di nav şert û mercên wisa de rewşa derûniya Fatmayê jî têk çûye û Fatma wiha axivî: "Em her cûreyê pirsgirêkan dijîn. Kar tune, kar hebe pere kêm e. Ji ber vê em neçarin ku li vir bi mirinê re bijîn. Gelek caran ez hersa xwe ji zarokan derdixim. Ez nikarin daxwazên zarokên xwe pêk bînim. Ez nikarim zarokên xwe têr bikim. Feqîrî û hejarî kirine qedera min. Êdî bes e dengê min bibihîsin, zarokên min ji vê rezaletê xilas bikin.”