'Ger ku tu kurd be vê demê tu sûcdarê siyasî yî' 2020-02-09 09:02:03   Medya Uren - Berîtan Canozer   AMED - Meyaser Sogut wekî bi hezaran jinên kurd di nava zext û zordariyê de jiyaye. Meyaser bi hevokên dengbêjiyê wiha qala xwe kir: "Me qîz û lawên xwe wenda kir, me rez û pezê xwe wêran kir û me ji welatê zêr û zîf koç kir. Niha cihek nemaye em biçin..."   Di salên 90'î de li herêmê polîtîkayên şer ên taybet dihat meşandin wekî roja me ya îro. Gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Gelek kes hatin windakirin, bi hezaran kes neçar man ku cih û warê xwe terk bikin. Yek jî wan Meyaser Sogut e. Hevjînê Meyaser Omer Sogut di sala 1993'an de hat windakirin û piştre ji bo wê jiyaneke dijwar dest pê kir. Ji neçariyê berê xwe da metrepolan û li vir jiyana xwe bi pirsgirêkên cuda re domand. Em çûn serdana Meyaser û me çîroka wê guhdar.    Meyaser kî ye?   Meyasera 65 salî bi eslê xwe xelkê Lîceya Amedê ye, di  salên 90'î de 3 caran neçar maye ku koçber bibe. Hevjînê Meyaserê di sala 1993’yan de dema diçe bostan avbide ji aliyê leşkeran ve tê windakirin. 27 salan Meyaser hevjînê xwe geriya lê heta îro jî tu encam negirt. Her wiha Meyaser, li Enqerê di bûyerekî de ji serê xwe derb dixwe û êdî nikare derbikeve. 3 caran xaniyen Meyaser hat şewitandin û êdî neçar bû ku koçber bibe. Meyaser niha li Rezana Amedê dijî. Ji bo jiyaneke dijwar û xizanî dest pê dike. Niha 2 zarokên wê girtiyên siyasî ne û keça wê ya ku di nav PKK'ê cih digirt û pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Meyaser beramberî hemû zordariyan weke jinekî kurd têkoşînek bê hempa da meşandin.   Di odeyek biçûk de...   Me xwest em biçin serdana Meyaserê, dema me berê xwe da taxa Meyaserê rastiyek din dihat li ber çavê me. Tax taxeke xizanan bû. Muyaserê, di odeyeke biçûk de bi sobeyeke fîskanî hatî germkirin me pêşwazî kir. Wêneyên zarokên xwe li dîwarên odeya xwe daliqandibû. Wêneyê hevjînê xwe ji bi lacikên kesk, sor û zer xemilandibû. Meyaser bi stranên dengbêjiyê qala demboriya xwe kir û wiha got: "Qîz û lawên xwe wenda kir, me rez û pezê xwe wêran kir û me ji welatê zêr û zîf koç kir.” Meyaser piştre jî wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez 3 caran neçar mam ku koçber bibim. Her carî xaniyên min hatin şewitandin. Gelek caran bi hincetên cuda operasyonên leşkerî dihatin destpêkirin. Ji ber operasyonan me berê xwe dida nava dehl û newalan û em bi rojan li vir diman. Herî dawiyê jî me xwe li metropolan dît. Lê ev nebû rêya xelasiyê. Gelo em ê ji vir bi ku ve birevin.”   'Welatê ku bihûşt bû piştre bû dojeh'    Meyaser di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên koçberiyê û diyar kir ku jiyaneke pir zehmet bû. Meyaser wiha dom kir: "Ez bi 8 zarokên xwe yên sêwî re, rût, tazî, bê nan û bê av ketin ser rêyan. Min bi çopa leşkeran zarokên xwe têr dikir. Nedihiştin ku em bi pereyê xwe nan bistînin. Roj û meh bihorîn û herî dawiyê min li fabrîqeyêke kar dît. Êdî min debara mala xwe dikir û zarokên xwe xwedî dikir. Welatê wekî bihûşt êdî bibû dojeh. Me kêm zêde jiyana xwe domand. Piştre zarokên min li şaredariyê dest bi kar kirin lê piştî demekî hatin girtin. Ji bo girtin û windakirina kesan, sûce herî mezin kurdbûn ne, ne pêwiste tu sûcek din biki."   ‘Êdî bes e’   Meyaser, diyar kir ku xwedê heqê tu kesî ji wan re nehêlê ji ber ku zarok bêxwedî man û birçî man û wiha axivî: "Li her derê êrîşî li me dikirin. Deriyên xaniyê me hat şikandin. Gelek caran xaniyê me bê derî ma. Her wiha piştî zarokên min hatin girtin jî dîsa jî em ji zext û zordariyê rizgar nebûn. Edî em li pêy zarokên xwe bûn ji ber ku zarokên me her roj dihatin sirgunkirin. Hatin û cûyîna me ya li girtîgehê êdî gelek zehmet dibû. Heta roja me îro em di nav têkoşînê de bûn. Em tiştên ku hatîn jiyîn re dibêjin edî bes e."   Meyaser di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet alîkarî dide gelê Fîlîstîn û Sûriyeyê. Lê welatiyên vî jî birça dimirin. Malên me wêran û talan kirin û îro jî em bi qeyrana aborî re rûbirûne. Ciheke nîne ku em birevin û biçin. Em tenê di odeyek biçûk de hewl didin ku bijîn. Em nikarin debara mala xwe bikin. Her tişt bûhabûye. Dema fatureyên ceyranê kêm tê ceyrana me dibirin. Em di welateke wisa de dijîn."   Meyaser da zanîn ku ciranên me hemû jî xizan in û wiha dom kir: "Gelek cîran ji ber xizaniyê nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Nikarin cil bistînin û pêwistiyên zarokan bi cih bînin. Ji xwe di hişê me de ev heye ku em kurd in dema em bixwînin jî em nabin xwedî pîşeyek û em nikarin ji xwe re karek bibînin."