Zohre Uluç: Ez ji zarokên xwe re maleke germ dixwazim 2020-02-02 10:14:24 Zeynep Durgut WAN - Li navçeya Wanê ya Miksê Zohre Uluç ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve 4 salan bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma. Zohre niha li gel 3 zarokên xwe di avahiya hilweşiya û cemedgirtî de hewl dide bijî. Li gel ku servîskirina nûçeyê qeyûmê navçeya Riya Armûşê ku Zohre derewand û got ku ew ê alîkariya komirê bikîn,  Zohre got:"Ez komirê naxwazim ez ji zarokên xwe re malek gerim dixwazim."   Li navçeya Wanê ya Miksê Zohre Uluç ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve 4 salan bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma. Bi zêdebûna tundiyê re Zohre biryara veqetandinê da û li gel 3 zarokên xwe derbasî navçeya Wanê ya Riya Aarmûşê bû û niha di bin şert û mercên herî giran de li  xaniyekî li ber hilweşnadinê de li gel 3 zarokên xwe têkoşîna jiyanê dide. Di rojên dawî de der barê rewşa Zohrê de gelek malper û ajansan  bi sernûçeya "Di mala cemedgirtî de li gel 3 zarokên xwe tedikoşe" servîs kirin. Li gel servîskirina  nûçeyê ji aliyê qeyûmê şaredariya Rêya Armûşê ve di malpera şaredariyê ya fermî de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku  ji ber Zohre hevsera duyemîn e di rewşeke wiha de ye û ev tişt got:" Berê alîkariya komirê jê re hatibû kirin. Lê bi daxwaza wê ya dûyemîn dê alîkariya komirê dîsa bê kirin. Ji çapemeniyê re daxuyaniyeke wiha dayîn hewlêdanên xapandina raya giştî ye."   'Li ser min tundiya aborî,fîzîkî û derûnî hat meşandin'   Têkîldarî mijarê em bi Zohreyê re axivîn. Zohreyê diyar kir ku ji ber ew 4 salan bi tundiya mêr re rûbirû ma nêçar ma derbasî Wanê bibe û wiha bahsa xwe kir::"Min dan ser hewiyê. Li min tundiya aborî,fîzîkî û derûnî dihat kirin. Kesê pê re hatibûm zewicandin zêde nedihat malê. Dema ku dihat jî li min dida û zext li min dikir. Rewşa wî ya aborî qet tune bû û ji bo ku bixebite ji tu hewledanên wî tunebûn. Her tim betal bû. Dema ku min ji bo debarê tiştek bixwesta li min dida. Ji ber tundiya li min dikir biryara ku ji malê bê dûrxistin hat dayîn. Min nikaribû ji zarokên xwe re xwarin peyda bikira. Ji jina yekem ku bi vî mirovî re hatiye zewicandin 11 zarok hene û yên min ji 3 zarok in. Piştî van hemû neyiniyan min biryar da ku ez ji wî rizgar bibim û min got divê ez li çareya serê xwe binêrim. "   Li gel 3 zarokan li avahiyeke cemedgirtî dimîne   Zohreyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber sarmayê zarokên wê her tim nexweş dikevin û ev tişt anî ziman:"Çarsalan bi mêrê pê re hatim zewicandin re mam û piştî veqetiyam,  3 mehan li mala bavê wî mam. Rewşa wan a aborî ji tune bû. Ji ber vê min nexwest ji wan re bibim bar. Zarokên min birçî dimînin. Ez niha li gel 3 zarokên xwe li vê avahiya li ber hilweşînê û cemedgirtî hewl didim bi zarokên xwe re bijîm. Li gel 3 zarokan ez ê heta kengî wsa bijîm nizanim. Di rojên destpêkê de min lîf çêdikirin difirotin. Lê niha ji ber zarokan ez nikarim wî karî ji êdî bikim. Niha bi pereyekî kêm  ê alîkariyê hewl didim debara xwe bikim, Ji xeynî vê tiştekî min tune ye."   'Zarokên min  nikarin di bin van şert û mercan de bijîn'   Zohreyê bi domdarî anî ziman ku zarokên wê nikarin di bin van şert û mercan de bijîn û wiha pê de çû:"Hewa pir sare. Ji pêjgehê heta serşûkê her dera avahiyê cemed girtiye. Av naherike ceyran tune ye. Zarokên min gunehin nikarin di bin van şert û mercan de bijîn. Zarokên min bi min re tên pêjgehê cemedê dixwin. Zarok nexweş ketine. Zarokeke 7 mehî an ji 2 û 3 salî çawa dikare dibin van şertan de bijî. "   'Ez ji bo zarokên xwe maleke germ dixwazim'   Zohreyê di dawiya axaftina xwe de got ku ew ne komir ji zarokên xwe re maleke gerim dixwaze wiha bi dawî kir:"Ji bo ku pirsgirêk di navbera malbata kesê pê re hatim zewicandin û malbata min de dernekeve ez her tim bêdeng bûm û hêja jî bêdeng dimînim. ji ber ku fêdeya vê ji min re tune ye. Piştî servîskirina nûçeyê gelek kesî hewl da xwe bigihîne min.  Ez komirê naxwazim ez ji zarokên xwer re malek gerim dixwazim. "