Hîcran Dag: Divê em ji vê rewşê re bêjin bes e 2020-01-20 09:10:41   WAN - Hîcran Dag a ku zanîngeh qedandiye û li Erdîşê dijî, diyar kir ku di qada xwe de kar nedîtiye û got divê li dijî krîza aborî û betaliyê bêjin ‘bes e’ û ji bo vê jî divê têkoşîn bê dayîn.   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê hejmara betaliyê gihiştiye 4 mîlyon 596 hezarî. Rêjeya betaliya ciwanan jî tabloyeke tarî nîşan dide. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji sedî 27.1 ciwan li kar digerin. Bi hezaran ciwên ji lîse û zanîngehê mezun bûne, hedef dikin ku derkevin derveyê welat.   Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Hîcran Dag jî yek ciwanên ku zanîngeh qedandiye û betal e. Hîcranê beşa Banka û Fînansê xwendiye. Lê li bajarê ku dijî di qada xwe de kar nedîtiye. Niha li marketekê dixebite û diyar kir ku li navçeyê derfetên kar gelek kêm in û bi taybet jin wek hêza kar a erzan tên xebitandin. Hîcranê bi lêv kir ku yên ji vê rewşê re bêjin êdî bes e, dîsa ew in û got divê têkoşîn bê dayîn.   ‘Pereyê mesaiyên zêde nayên dayîn’   Hîcranê di berdewamiyê de daxuyakirin ku dixwaze pîşeya xwe bike lê ji ber kar tune neçar maye li marketê bixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mesayî sibehê zû dest pê dike. Ez saet di 18.00’an de derdikevim. Carna bi êvaran dimînim. Lê mixabin pereyê saetên zêde nayên dayîn. Ji bo debara xwe bikim jî neçarim vî karî bikim.”   ‘Li kar digerin’   Hîcranê destnîşan kir ku gelek jin bi pereyên kêm tên xebitandin û ev tişt bi lêv kir: “Karsaz, bi pereyekî kêm, dixwazin zêdetir kar bikin. Ji ber mirov jî neçarin bixebitin, ev ji bo wan dibe derfet. Ligel vê jî krîza aborî mirovan zêdetir neçar dihêle. Her kesî ji kûrahî krîza aborî hîs kiriye. Ligel krîza aborî, razemenî jî li herêmê nayê kirin. Ji ber vê jî mirov neçarin di şert û mercên giran de bixebitin. Li herêmên Kurdan razemenî nayê kirin. Ji bo gelê herêmê hewcedar bikin van polîtîkayan pêk tînin. Divê em ji vê rewşê re bêjin êdî bes e û têbikoşin.”