Jinên ku tenûrên xwe ji Mezopotamyayê birin Anatolyayê 2020-01-18 09:08:57   Fîlîz Zeyrek   EDENE- Zeynep Temel û Fatma Yuksel ji ber koçberiyê li Edeneyê bicih bûne û niha bi du jinên din yên wek wan koçber bûne re, bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dikin. Jinan diyar kirin ku tevî hemû zextan, ew xwedî li çand û zimanê xwe derketine û gotin bi bîhna nanê lêdixin, hesreta ji bo welat hinekî sivik dikin.   Mirovên ji warên xwe neçar dimînin koç bikin, li baijarên bicih dibin jî rastî newekheviyê tên. Zeynep Temel, Fatma Yuksel û jinên din yên koçber bûne li heman warî riya wan bûye yek..   Zeynep û Fatma li taxa Daglioglu ya Seyhan a Edenê rûdinin û bi du jinên din yên wek wan koçber bûne re, dikanek biçûk kirê dikin û tenûrê tê de ava dikin. Çar jin bi firotina nanê tenûrê debara xwe dikin. Her wiha çanda Mezopotamyayê anîne Anatolyayê.   ‘Ber bi bîhna nan ve tên’   Zeynebê diyar kir ku ji çêkirna tenûrê heta firotina nan her tiştî ew dikin û got: “Ez di zarokatiya xwe de nan lêdixim. Niha me veguhert qada aboriyê. Em sibehê zû tên vir. Em nanê welatiyan digihînin taştê. Mirov ber bi bîhna nan ve tên. Du sale vî karî dikim. Karê me gelek xweş e. Ez bi hezkirin dikim. Welatî gelek kêfxweş in. Rojane em ji 500’î zêdetir nan lêdixin. Aliyê zehmet yê karê me, piranî havînan tê jiyîn. Havînê vir gelek germ e. Ev me dide zorê. Lê ez di alî aborî de piştgiriyê didim malbata xwe. Ev min kêfxweş dike.”   ‘Bîhna nan axa min tîne bîra min’   Zeynebê daxuyakirin ku ew nanê herêma Şirnex û Colemêrgê dipijirînin û got di salên 90’î de ji Şirnexê koç kirine û got: “Em gelek bêriya warê xwe dikin. Bîhna nan axa me tîne bîra me. Em rojên zehmet jiyan. Em neçar man koç bikin. Em li vir her tim cuda hatin dîtin. Lê me dîsa têkoşîna xwe berdewam kir û dest ji çanda xwe berneda. Ji ber vê em karê xwe bi hezkirin dikin.”   ‘Jin dikarin her tiştî bikin’   Fatma Yuksel jî destnîşan kir ku di salên 90’î de ji Geverê koçî Edeneyê kirine û wiha berdewam kir: “Yên em dan koçberkirin xwestin me ji çanda me zimanê me kevneşopiyên me dûr bixin. Lê em tu car ji ziman û çanda xwe qut nebûn. Ez bi çanda xwe li 7 zarokên xwe dinêrim. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Nanê me li Edeneyê navdar bûye. Hema hema ji hemû taxan tên nanê me digirin. Nanê me gelekî diecibînin. Em kêfxweş dibin.”