'38 sale xwe azad hîs dikim' 2020-01-16 09:19:14   WAN - Ceylan Ozuster a ku di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hat, diyar kir ku 38 sal berê hevjînê xwe winda kiriye û got: “Ez xwe azad hîs dikim. Ez ketim rehetiyê. Di vê rehetiyê de dîsa zewac kêmaqilî ye. Divê jin mêran wek cihê starbûnê nebîne. Divê jin bixwe bisitirin.”   Ceylan Ozuster a 75 salî di temenê biçûk de hatiye zewicandin. Li gundê Agaver a Îdîrê dijî. Ceylanê 12 salî tê zewicandin. Ceylanê diyar dike ku westandina laş a di zarokatiya xwe de jiyaye her ku temenê wê pêş ketiye di bedena xwe de hîs kiriye.   ‘Dema hatim zewicandin min nizanîbû ku min dibin ku’   Ceylanê ji aliyê bavê wê ve hatiye zewicandin. Ceylanê wan rojan wiha vedibêje: “Dema ji bo min hatibûn, min digot mêvan in. Li gundê me zarokên keç di temenê biçûk de dizewicandin. Ji me nedipirsîn. Nedigotin ‘tu dixwazî an na.’ Dema ez hatim zewicandin min nizanîbû min dibin ku. Ez birim Erdîşa Wanê. Wê demê leşkerî 4 sal bû. Hevjînê min çû leşkeriyê û 4 salan ma. Min ji malbata wî her cureyê şîdetê dît. Ez zarok bûm, karê ku min nizanibû, neçar bûm bikim.”   Ceylanê got piştî hevjînê wê ji leşkeriyê tê bar dikin navenda Wanê û got: “Hem xizaniyê hem jî dayikbûnê berpirsyariyek mezin li ser min ava kir. Bi ya min ba ez tu car nedizewicîm. Ez û hevjînê xwe demek dirêj tenê man. Nedihişt ez derkevim derve. Ew diçû bazarê dihat. Ez derketama derve wê rojê şîdet li min dikir.”   '38 sale ez azad im'   Ceylanê destnîşan kir ku hevjînê wê 38 sal berê jiyana xwe ji dest daye û got: “Ji wê rojê şûnde min xwe azad hîs kir. Ez rehet im. Piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da, zarokên min gotin tu dixwazî bizewîce. Lê min tu car ev qebûl nekir. Ez piştî jiyanek zehmet ketibûm rehetiyê. Zewac kêmaqilî ye. Jiyana bê mêr, azad û kêfxweştir e. Divê jin bixwe bisitire. Divê mêran wek cihê starbûnê nebîne.”