Şêniyên Nisêbînê çar sal in ji heriyên kolanan bêzar bûne 2020-01-11 09:10:41   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pevçûnên di navbera 2015 û 2016’an şûnde hilweşîneke mezin pêk hat û her sal bi barîna baranê re her der di nava herî de dimîne. Şêniyên Nisêbînê diyar kirin ku ji nexweşî û heriyê xilas nebûne.   Şêniyên Nisêbînê 4 sal in bi hatina zivistanê re di nava heriyê de dimînin. Piştî qedexeya derketina derve ya li navçeyê, hemû tax di nava heriyê de man û welatiyan da zanîn ku heta digihêjin mala xwe zehmetiyên mezin dişkînin û gotin divê demildest çareserî bê dîtin.   ‘Çar sal in em di vê rewşê de ne’   Turkiye Baysal ya li taxa Bariş rûdine, bi lêv kir ku her zivistan heman eziyetê dikşînin û got: “Bi barîna baranê re em dikevin nava heriyê. Hûn dibînin. Zarokên me her sibeh diçin dibistanê. Her tim di heriyê de dimînin. Heta em derdikevin kolana mezin her tişt tê serê me. Bila van kolanan çêbikin. Piştî qedexeyê carekê jî neketin van kolanan. Tenê kolanên sûkê çêdikin. Wekê din rê nayên çêkirin.”   ‘Bi zanebûn vê bi me dikin’   Turkiyeyê, di axaftina xwe de bertek nîşan da û wiha axivî: "Bi salane em wisa ne. Di vê rewşê jî pêşa me bernadin. Tên telên ceyranê dikin binê erdê. Ji wê re jî dibêjin xizmet e. Bila xizmeteke baş bikin. Gelo şaredarî çi karî dike? Ew rewşa me baş dizanin. Bi zanebûn vê îşkencê dikin. Bila xizmetê bikin. Erdogan hîna çi ji me dixwaze. Em nikarin ji malê derkevin.”   ‘Ji ber vê rewşê em her tim nexweş dikevin’   Hatîce Zengîn jî bertekên xwe wiha anî ziman: “24 sal in li vê taxê dijîm. 4 sal in jî di nava vê heriyê de dijîm. Rayedar me nabînin. Li şûna rêyan çêbikin, her zivistan heman tiştî bi me didin jiyîn. Bila şaredarî vê van riyan bibîne û çêbike. Ji be vê qirêjiyê em ji nexweşxaneyan dernakevin. Em her tim nexweş dikevin."   Şêrîn Zengîn jî bertek nîşanê rewşê da û got divê êdî ev rê bên çêkirin û wiha got: “Em dixwazin wek mirovan bijîn. Zarokên me nikarin biçin dibistanê. Em her roj cilan dişon. Tiştê ku nehatiye serê me nameye.”