Hîndekarên Enstîtuya Kurd: Divê her mal ji bo Kurdî bibe dibistan 2020-01-06 09:07:41 Safiye Alağaş STENBOL - Hîndekarên Enstîtuya Kurd ya Stenbolê diyar kirin ku ziman alava berdewamkirina hebûna gelekî ye û gotin: “Li dijî asîmîlasyona ku li kolan û dibistanan berdewam dike, divê her mal ji bo kurdî bibe dibistanek.”   Zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya sîstematîk têkoşînek xurt dide. Lingekî vê yê têkoşînê Esntîtuya Kurd ya Stenbolê ava dike. Enstîtu di 1992’an de bi armanca pêşxistina ziman û wêjeya kurdî bi armanca parastina çanda Kurd hat avakirin. Lê sazî di 31’ê Adara 2016’an de bi KHK’ê hat girrtin. Esntîtu di Adara 2017’an de ji nû ve hat vekirin û xebatên xwe berdewam kirin. Hîndkearên Enstîtuyê diyar kirin ku Kurdî bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev û got divê Kurd vê bizanin û zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin. Hîndekar Ozlem Kurt wiha got: “Em xwedî li zimanê xwe dernekevin wê winda bibe. 20 sal şûnde wê tenê ji aliyê hinekan ve bê axaftin. Temenê jenerasyona ku Kurdî diaxive pêş ketiye. Jenerasyona piştî wan hêdî hêdî ji Kurdî dur dikevin. Mixabin em bi rastiyek wisa re hatine rû hev.”   ‘Kêmasiya herî mezin ev e ku bi zarokan re Kurdî naxivin’   Ozlemê di berdewamiyê de got desthilatdariyên Tirkiye birêve birine polîtîka zextê ya mezin li ser Kurdî meşandine û got: “Rêbazên asîmîlasyonê hatin bikaranîn. Hîna jî tên bikaranîn. Kêmasiya me jî eve ku em bi zarokên xwe re Kurdî naxivin. Li çar parçe Kurdistanê dewlet metodên asîmîlasyonê bikar tînin. Di salên dawî de jî televîzyonê wek alava asîmîlasyonê bikar tînin. Yekane tişta divê em li dijî asîmîlasyonê bikin, divê bi zarokan re Kurdî bê axaftin. Ger em tedbîrên xwe negirin wê biser bikevin.”   ‘Ziman alava berdewamkirina hebûna gel e’   Fevziye Uçar jî daxuyakirin ku her gel bi zimanê xwe tê nasîn û got: “Ziman alava hebûna berdewamkirina gel e. Ji ber vê jî kesên yekparêziyê diparêzin ewil êrîşê zimanê gel dikin. Li vî welatî desthilatdariyan berê jî êrîşê zimanê me kirin. Herî zêde li ser zimanê me êrîş heye. Çima? ji ber zimanê me hebûna me nîşan dide. Çand û huner ji ser ziman tê ragîhandin. Di hebûna Kurdî de bandorek mezin a dengbêjiyê heye. Ger dengbêjî heta îro nehatiba wê ziman biheliyana. Em di bin zextên giran yên dewletê de dijîn. Tevî van ziman xwe di dengbêjiyê de dide jiyîn. Di navbera ziman û dengbbêjiyê de têkiliyeke xurt heye. Kurdî di salên dawî de bi lez windabûn jiyaye. Ji ber vê jî divê malbat biryarê bigirin ku li malên xwe bi Kurdî biaxivin. Ev gelek girînge. Ji ber ku ziman dikare wisa bijî û belav bibe.”