Jiyanek bi surgunê derbas bûye: Gundê Marîne 2019-12-23 09:03:33   MÊRDÎN - Şêniyên li gundê Marîne yê Nisêbînê dijîn, di salên 90’î de tevî hemû polîtîkayên zextê gundên xwe terk nekirin. Tevî valakirina gundan, jinên vegeriyan gundên xwe diyar kirin ku tevî zext didomin gundên xwe terk nakine.   Gundê Marîne yê girêdayî Nisêbîna Mêrdînê ye, di 2014’an de xerabeyên dîrokî lê hatin dîtin û ji aliyê Lijneya Herêmên Parastinê ya Hebûnên Çandî ya Amedê ve wek Qada Sît hat îlankirin. Li gundê Marîne tevî ku bi hilweşînan re valakirin hat destpêkirin jî jiyan didome.   Bermahiyên li gund hatin dîtin ku aîdê dema Roma û Bîzansê ne balê dikşînin. Gelek xerabe û şikeft hatin dîtin. Ev xerabe niha ji bo sewalan tên bikaranîn û heta îro tu xebat jî lê nehatiye kirin. Ji paşerojê heta îro gund her tim şer dîtiye û di salên 90’î de jî li gundiyan pergala cerdevaniyê hat ferzkirin û gund hat valakirin û şewitandin. Piştî salan şûnde gundî dîsa vegeriyan ser axa xwe.   ‘Li hember vê zext dihatin kirin’   Jina bi navê Zeko Dînç, diyar kir ku di dema valakirina gundan de ji aliyê leşker û cerdevanan ve îşkence dîtine û got: “Her tişt anîn serê me. Em neçar man li malên kesên din bijîn. Em rastî îşkenceyê hatin. Di zexta dawî de em bi cilên xwe yên li ser xwe reviyan. Êrîşa hovane pêk hat. Em hemû ji malên me derxistin. Xaniyên me şewitandin. Me tiştekî xwe negirt. Me gelek eziyet kişand.”   ‘Me mala xwe ji nû ve çêkir’   Seyran Dînç jî da zanîn ku tevî hemû polîtîkayên zext û koçberiyê ji nû ve vegeriyane ser axa xwe û got: “Ev der cihekî dîrokî ye. Beriya Suryaniyan, gelek şaristanî li vir jiyan e. Her carê vir hatiye xerakirin. Lê êrîşa herî mezin di salên 90’î de pêk hat. Hatin gotin biçin. Me li ber xwe da. Piştre her tişt anîn serê me. Em di 2002’yan de dîsa vegeriyan ser axa xwe. Me xaniyên xwe ji nû ve çêkirin.”