'Xwarinên ji pincar çê dibin ji bo tenduristiyê baş in' 2019-12-20 09:02:20   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, bi hatina demsala zivistanê li hev dicivin û dest bi komkirina pincar dikin. Jinên ku pincar kom dikin  gotin: "Pincar gihaya xwezayî ye. Ji bo tenduristiya mirovan baş e. Ji pincar mirov dikare xwarinê jî çêbike. 'Xwarinên ji pincar çê dibin ji bo tenduristiyê baş in."   Gelek pincarên xwezayî, di destpêka barîna barana zivistanê de şîn dibin û mirov ji bo xwarinê kom dike. Jinên Efrînê dema li hev kom dibin, bi hev re derdikevin û zevî bi zêvî digerin û pincar kom dikin. Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne,  derbarê pincar û çêkirina wê de wiha nêrîna xwe ji me re parve kirin.   'Pincar ji bo mirovan gelek baş e'   Jina bi navê Fatma Ebdo ya ku li Kampa Berxwedanê bi cih bûye, derbarê komkirina pincar de wiha dibêjê: "Em jin bi hev re derdikevin ji bo ku pincar kom bikin û jê xwarinê çêbikin. Pincar ji bo mirovan gelek baş e. Niha her tişt bûha bûye em nikarin bikirin, ji ber vê yekê em derketine komkirina pincar."   ‘Pincar piştî baran dibare şîn dibe û derdikeve'   Fatmayê di dewamiya axaftina xwe de behsa cureyên pincar dike û wiha got: "Gelek cureyên pincar hene weke tirşok û tolik û jê gelek xwerin çêdibe. Di bin daran û li ber keviran, di demê payîzê û piştî baranê pincar şîn dibe. Li Efrînê em diçûn  li ber avê û li ser çiyê me vedida, lê mixabin niha ne av û ne jî çiya heye. Dermanên ji xwezayê çêdibe, sûdê li mirovan dike."   ‘Xwarinên ji xwezayê  gelek bi tendirust in'   Jina bi Navê Gulê Hesen di derbarê xwarina pincar de  wiha nêrîna xwe anî ziman: "Pincar derman e. Ji bo laşê mirovan gelek baş e. Cureyek ji pincar heye û navê wê gurdî ye. Ew nexweşiyan ji laşê mirovan paqij dike. Xwarina xwezayê gelek bi tendirust û sûd e. "