Sema hewl dide ku xeyala xwe pêk bîne 2019-12-16 09:08:09   Gulîstan Azak   STENBOL - Sema Satir di hilbijartinên 31’ê Adarê de li taxa xwe bû namzeta keyatiyê, lê rastî astengiyan hat û jê re gotin jin nikare bibe keya. Sema Satir ji bo bibe bersiva li dijî êrîşên li hember jinan, xwe amade dike ku kurtefîlmek bikişîne û got: “Tu kes nikare hêza jinan sivik bibîne. Ez ê bersiva xwe bi fîlmê xwe bidim.”   Sema li gundê Elmali ya Rizeyê tê dinê. Ji ber li gundê perwerda wê nîvco dimîne û di temenê biçûk de dizewice. Bi hevjîn û zarokên xwe re tê Stenbolê. Li ser erseya ku bavê wê dabû xaniyê xwe bi kedeke mezin çêkir. Dibistana navîn û lîse jî bi zarokên xwe re temam kir.   ‘Min bi zarokên xwe re xwend’   Sema bal kişand ser têkoşîna xwe û wiha got: “Min bi keça xwe re dibistana navîn û lîse ji derve qedand. Di heman demê de li marketekê dixebitîm. Li malê jî min berhemên destan çêkir û firot. Ez tevlî gelek qursan bûm. Zarokên min zanîngeh qedandine. Ez dixwazim zanista siyasetê bixwînim. Ez ê zanîngehê jî temam bikim. Hevjînên her tim astengî danî pêş min. Tevî hemû zor û zehmetiyan min tercîha xwe kir. Min ji bo xwe û zarokên xwe têkoşîna xwe meşand. Ez hîna jî didomînim.”   ‘Xebat ji bo min esas e’   Jiyana Semayê her tim di nav kar de desbasbûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez di jiyana xwe de her tim xebitîm. Di qada kar de her tim rastî hinceta ‘sînorê temen’ hatim. Ji bo jinên navbera 30-35’an kar nayê dayîn. Ev min xemgîn dike. Gelek jin wek min in. Min çû sertîfîka xwe girt. Bi saya vê 5 salan wek xebatkara ewlehiya taybet xebitîm. Tayîna min derket cihekî dûr û ji ber vê neçar mam veqetim. Niha li dibistanekê xebatkara ewlehiya taybet dikim.”   ‘Ez ê nîşanê wan bidim ku jin çawa dibin keya’   Semayê destnîşan kir ku di hilbijartinên 31’ê adarê de bûye namzeta keyatiyê û got ji aliyê AKP’iyan ve rastî tehdîda ‘jin nikarin bin keya’ hatiye û got: “Ji bo piştgiriya jinan ez di 31’ê Adarê de bûm namzet. Min xwest bibim dengê jinan. Min salekê xebat meşand. Li taxê AKP’iyan got ‘jin nikarin bibin keya, gunehe’. Ez çûm miftitiyê. Miftitiyê got ev ne raste tu dikarî bibî keya. Dema gotina guhen belav bû êdî kesî deng neda min. Min hîna jî ev rewş qebûl nekiriye. Di hilbijartina din de ez ê dîsa bibim namzet. Ez ê nîşanê wan bidim ku jin çawa dibin keya.”   Semayê di dawiya axaftina xwe de got ji bo bibe bersiva li hember êrîşên li ser jinan, amadekariya fîlmeke ku mijara wê têkoşîna jinê ye, dike û wiha dawî lê anî: “Tu kes nikare hêza jinan sivik bibîne. Ez ê hêza jinan û hêza xwe nîşanê her kesî bidim. Jin dikarin her tiştî bikin. Tenê bila bixwazin. Ez bang li jinan dikim. Bila mafên xwe bizanibin. Bila bixwe bawer bikin.”