Çîroka kesên ji bo bijîn ketine rê: Karkerên demsalî 2019-12-16 09:05:57   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Welatiyên ku ji neçariyê koçber bûn û hatin Çukurovayê ji ber şert û mercên zivistanê pirsgirêkan dijîn û  gotin: “Em li ser axa kesên din bûn kole. Bila êdî dengê me bê bihistin."   ‘Em li van deran bûn kole’   Jina bi navê Fatma Gul, diyar kir ku li ser axa biyaniyan bûn kole û wiha got: “10 sal berê me ji Rihayê koç kir. Em di konên ku av û ceyran tune, sotemenî bi sînor re dijîn. Li axa me karê ku zarokên me bikira hebûna, mê ev rezîlî niha nekişandiba. Em havînan cuda û zivistanê cuda redîl dibin. Havînê germe, zivistan jî sar e. Baran dikeve konan. Bi rojan ziwa nabe. Tevî ku em her tim dixebitin, bi zor em xwe têr dikin. Bila êdî dengê me bibîhizin.”   ‘Em salê carê dikarin cilan bigirin’   Zeynep Aksu jî destnîşan kir ku salê carê an jî du caran dikarin cil û bergan bigirin û got: “Lê êdî em nikarin wê jî bikin. Hikûmet dibêje krîz tune. Ka bên rewşa me bibînin. Gelo çawa rehet radizên. Qada em lê dijîn ne paqij e, rîska nexweşiyan zêde ye. Kanalîzasyon tune. Pirsgirêkên tenduristiyê tên jiyîn. Ocaxa tenduristiyê tune. Nexweşxane dûr e. Bi rastî êdî divê dengê me bê bihistin.”   ‘Wisa biçe em nan jî nebînin’   Hatîce Yaşar jî bi lêv kir ku ew hefteyê carê li konan cil û bergan difroşe û got: “Ez esnafim. Ez nikarim pereyê mazotê bidim. Sal bi sal zehmetir dibe. Em jî nanê xwe ji firotina cilan derdixin. Lê êdî kes cilan jî nagire. Wisa biçe wê êdî mirov nikaribin nan bigirin.”   ‘Me zarokatî ne jiya em ê her tim karker bin’   Emîne ya 13 salî jî got ew naçe dibistanê û got: “Min dixwest bibim parêzer lê wisa nebû. Di kon de jiyan zehmete. Em neçarin li baxçeyan bixebitin. Em nebûn zarok. Em ê her tim karker bin.”   Elîf ya 9 salî û Ozlem ya 13 salî jî diyar kirin ku ji ber aboriyê neçar mane dest ji dibistanê berdin û gotin xeyala wan xaniyekî ku pace û deriyê wî heyî heye. Elîfê got: “Ji 7 salî de ye ez bi dayika xwe re têm ser erd. Xeyal amin xaniyek e. Xeyala min ya din jî xwendin bû. Min dixwest bibim mamoste. Lê em dizanin ku êdî ev pêk nayê. Yên herî zêde dixebitin em in, lê yên herî xizan jî em in.”   ‘Em her tim dixebitin’   Ozlemê jî anî ziman ku hefteyê rojekê ji bo nan çêbike navberê dide kar û bi destên xwe yên biçûk li ser agir nan dipijirîne. Ozlem jî di temenê biçûk de xeyalên wê ji dest hatine girtin. Ozlemê got: “Em bê şans hatine dinê û wê wisa jî biçe. Em ji bo xaniyê di xeyala me de dixebitin. Di rewşa heyî de baran jî bibare em diçin kar. Zivistan hat. Divê em sotemenî û cilan bigirin. Ji ber vê em dixebitin.”