Ji zozanan ber bi şikeftan jiyanek aram: Koçerên Mêrdînê 2019-12-12 09:06:09   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Koçerên Mêrdînê bi hatina zivistanê re ji zozanan daketin kontarên çiyayên Bagokê û li şikeftan bicih bûn. Koçer tevî şert zor û zehmet in dîsa hewil didin. Koçeran diyar kirin ku kesên hînî koçeriyê bûbin carek din dest jê bernadin.   Koçerên Mêrdînê ji koçerên herêmên din cudatir, kon venadin û piştî zivistan tê li şikeftan dijîn. Koçer şikeftan bi rengê sipî boyax dikin û hemû hewcedariyên xwe jî li vir bicih dikin. Ji ceyranê heta tenûrê hemû hewcedariyên xwe peyda dikin û zivistanê bi rehetî derbas dikin.   ‘Her tiştê me heye’   Aysel Çetîn diyar dike ku her sal zivistanê di şikeftên nêzî gundê Marîne de derbas dikin û got: “Em biharê diçin zozanan. Zivistanê jî tên vir. Em ne di konan de di şikeftan de dimînin. Sobeyên me, xwarina me, alavên me her tiştê me heye. Tenûrên me hene. Ceyrana me heye.”   Ayselê di berdewamiyê de destnîşan kir ku tevî ku şert û merc zehmet in jî ew û zarokên wan ji vê rewşê kêfxweş in û got: “Ev 20 roje em ji zozanan hatine. Em gelek ji vir hez dikin. Zivistanê germ e, ceyrana me heye. Koçerên din di konan de dijîn. Lê bi rastî şikeft baştir in. Kon carna ji ber berf û baranê têk diçin. Ji ber vê em bi salan e li vir dimînin. Em ji rewşa xwe jî kêfxweş in.”   ‘Zarokên min li zozanan mezin dibin’   Berîtan Ay jî der barê jiyana xwe de axivî û got : “Em sibehê zû radibin û dikevin rê. Me ev şikeft kirin wek xanî. Di hundir de odeyên wê hene. Havînan em di kon de dimînin. Lê zivistanê vir baştir e. Em ji vir hez dikin. Niha em hatin lê sewalên me hîna nehatine. Ez bi salane diçim zozanan û têm. Zarokên min yên biçûk jî tên. Zarokên min di nav xwezayê de mezin dibe.”