Jinên ku li Qoserê di bin baranê de nobetê digirin: Bila berê rêyên me çêbikin 2019-12-10 10:51:44   MÊRDÎN - Li Qoserê jinan bertek nîşanî panoyên ku li ser dîrekaan hatine xistin dan û gotin:"Bila berê pêdiviyên me yên bingehîn bi cih bînin."   Li Kuçeya Cumhuriyetê ya Qosera Mêrdînê panoyên elektirîkê bi ser  dîrekan hatin xistin. Jinan do bertek nîşanî vê yekê dan û do nobet girtin. Jinên ku di bin dorpêça polîsan de nobeta xwe girtin beretekên xwe bi ajansa me anîn ziman.   Jinên  ku nexwestin navên xwe bidin gotin:"Heta ku panoyên elektirîkê bi dîrekan dixin bila berê werin vê rêya bi herî çêbikin."   'Bila berê rêyên me çêbikin'   Jinek ku bertek nîşan da wiha got:"Em tevî vê heriyê li vir nobedê digirin. Bila panoyên me danînin ser dîrekan. Bila berê rêyên me çêbikin. Vira ne tapûya tu kesî ye. Vira wekî qada şênkayê derbas dibe. Çima tên vira tiştekî wiha dikin?"   'Bila berê pêdiviyên me yên bingehîn bînin cih'   Jinek din jî wiha got:"Kepçe û polîs li der û dora me ne. Em wan naxwazin. Em hîn nikarin di nava vê heriyê de di van rêyan de bimeşin ew ketine derdê panoyan. Çend roj berê agir bi malekê ket lê agirkuj nikaribû derbas biba."