Jinên Kobanê ji bo debar û parastina çanda xwe têdikoşin 2019-09-29 16:04:07   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên ji Kobanê bi alîkariya Weqfa Jina azad, ji bo parastina çanda xwe ya resen û debara mal û zarokên xwe,fêrî dirûtinê dibin.   Weqfa Jina Azad ya herêma Firatê bi armanca alîkariya jinên Kantona Kobanê û xurtkirina aboriya wan ji aliyê civakî, perwerdeyê û tendurostiyê,  perwerdeya  fêrbûna jinan a dirûtinê, kûafor, kompîtur û hemşertî ji bo jinan da. Di nava dewreya fêrbûna dirûtinê de 11 jin cih digirin. Perwerde ji seetên sibê de destpêdikê hetanî danê nîvroyê didomê. Dirêjahiya dewreyê jî wê li gor fêrbûna jinan bidomê. Jinên tevli perwerdeyê bûn  hestên xwe yên derbarê  tevlîbûna xwe dewreyê bi me re parve kirin.    'Ez dixwezim civak û mal ji min sûdê bigirin'   Jina bi navê Niştîman Ehmed a 30 salî wiha qala tevlîbûna xwe ji bo perwerdeyê kir û got: "Ger ku ez fêrî dirûtinê bibim gelek tiştên ku ez bikim hene û di vî warî de projeyên min jî hene. Ez dixwazim  bi rêya dirûtinê debara mal û zarokên xwe bikim û çanda xwe ya resen bi dirûtina cil û bergên kurdî biparêzim. Di destpêkê de ez tenê bi karê mal û xwdîkirina zarokan re ve  mijûl dibûm. Lê piştî ku min dît êdî jin di hemû qadên jiyanê de roleke çalak dilîzin, min hêz girt û biryar da ku civak û malbata min jî ji min sûdê bigire."   'Em dixwazin çanda xwe ya resen nûjen bikin'   Her wiha jina bi navê Nadiya Qadir ku 40 salî ye  wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji ber ku rewşa mala min ya aborî ne başe, ez dixwezim fêrî vî karî bibim. Ji bo ku ez hewcedarî tu kesî nebim tu kesî nebim. Min xwest ku ez bi  rêya dirûtinê pêşerojeke baş ji bo zarokên xwe ava bikim. Her wiha ji ber ku çanda me rastî êrîşan hatiye, em dixwezin nûjen bikin û em fêrbûna dirûtina cil û bergên kurdî ji bo xwe bingeh dibînin."   'Em dixwazin jin ji berhemên destê xwe sûdê bigirin'   Rêvebera Weqfa Jina Azad a herêma Firtê Emîna Mihemed li ser  vekirina kursê nêrînên xwe anîn ziman û wiha got "Weke weqfa jina azad em bi hemû derfetên xwe hewil didin ku alîkariya jinan bikin. Jin ne tenê rêveberên malin, lê belê dikarin di hemû qadan de jî pêşengtiyê bikin. Navenda me ji hemû jinan re vekiriye. Em dixwazin ku jin di aliyê aborî de bibin xwedî xweserî û para xwe ji berhemên destê xwe bigrin."