Li Aslankoyê huner û jiyan di nav hev de ye 2019-09-24 09:11:15   Gulîstan Azak   MERSÎN - Jinên Aslankoylu yên bi armanca balê bikşînin ser germahiya global, amadekariyên şanoya ‘Esman qelişiye’dikin û niha dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Li aliyekê firingiyan hûr dikin li aliyê din jî lîstikên xwe jiber dikin.     Bi hatina payîzê re li gundê kontarên Çiyayên Toros yên Mersînê amadekariya zivistanê jî dest pê kir. Jinên piraniya wan yoruk in û bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin, ji bo xwarinên xwe demdirêj biparêzin rêbazên berê bikar tînin. Firingiyan hişk dikin û ava wan derdixin. Genimê xwe jî ew bixwe diçînin û piştre jî bixwe dihêrin.   Yek ji gundên ku amadekariyên zivistanê lê tê kirin gundê Aslankoy a Toroslarê ye. Raqima gund hezar û 800 e û havînan hênîke, bi xwezaya xwe ya heybet eleqeyek mezin dibîne. Zivistanê jî berfa wê zêde ye. Gundê Aslankoy bi şanoyên ku çêdike jî balê dikşîne ser pisgirêkên rojane. Ummiye Koçak û hevalên xwe bi fîlm û şanoya çêkirin xwe bi cîhanê dane naskirin.   Şano û amadekariya zivistanê bi hev re tê kirin   Şanoger Emîne Yildiz diyar kir ku ew hunerê, zanistê û amadekariya zivistanê bi hev re dikin û wiha got: “Xebatê lîstika me jî didomin. Li aliyekê em firingiyan hûr dikin li aliyê din em lîstikên xwe jiber dixebitin. Dema her tişt bi hev re bê kirin xweşiktire.”   ‘Ji bo wekhevî û aştiyê ji yekîtiyê hêz pêk tê’   Fatma Ay jî destnîşan kir ku ew bi şopandina nûçeyên rojane dest bi roja xwe dikin û wiha axivî: “Piştre em lîstikên xwe yên şanoyê yên balê dikşînin ser pirsgirêkên rojane plan dikin. Di dawiya rojê de em hemû jin destên xwe didin hev û bi yek dengê jiyana hevpar diqîrin.”   'Em hewl didin ku hişmendiyek ava bikin'   Fatmayê balkişand ser şîdet û kuştinên li ser jinan û bi lêv kir ku jin xwedî hêzek mezin in û dom kir: “Tu pirsgirêkên ku jin çareser neke tune. Tenê bila em li pey xeyalên jiyanek xweş biçin. Em jinên Aslankoylu bi lîstika şanoyê hewl didin hişmendiyê ava bikin.”   'Bi rebaza îmecê amadekariyên zivistanê dikin'   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser amadekariyên zivistanê û da zanîn ku amadekariyan bi usula îmeceyê dikin û got ji bo xwarinên wan bên tehmkirin herkesî vexwendiyê Aslankoy dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir zivistan zehmet derbas dibe. Ji ber vê em dest bi amadekariyên xwe dikin. Em îsotê dikin salçe. Em firingiyên xwe hişk dikin. Hemû sebzeyên me organîkin.”