'Jin bi ked û rengê xwe xweşikbûn û hêviyê dide jiyanê' 2019-09-24 09:04:02   Roj Hozan - Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê yên ku amadekariya demsala zivistanê dikin derbarê ked û tevgera xwe ya di demsala payizê de gotin: "Ked û rengê jinê xweşikbûnê dide jiyanê. Kenê me geş e û keda me jî xweş dibe. Em  westandina dayina kedê hîs nakin. Dilê jinan ji hev dixwaze û barê milê hev radikin."   Dem dema payizê ye, dema hilberîn û amadekariya pêşwazîkirina zivistana sar e. Jin di her qadên jiyanê de kedê didin. Tevgera jinan di vê demsalê de pir zêde ye. Dema ku mirov di nava kolanên Qamişloyê de dimeşe, mirov dibîne her komeke dayik ji xwe re rûniştîne û bi hev re pêdîviyên zivistanê çê dikin. Yan jî hindek ji pazaran vedigerin û li ser milê wan barê giran ji şînkayî û tiştên ku ji bo zivistanê  tên hildan hilgirtine. Jixwe wextê mirov li ser şaneşînan binêre xweşikbûna keda dayikan dibîne. Jinên Qamişloyê jî di nava amdekariyan de ne. Dayikan qala xebatê xwe ya amadekariyan kirin û hestên xwe ji me re parve kirin.   'Her jinek berpirsyartiya kedê digre ser milê xwe'    Dayika Sûmeya Hûsên a ji Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê ya bi temenê xwe 45 salî ye, Dayika Sûmeya wek hemû jinan amadekariyên zivistanê ji bo mala xwe dike û derbarê xebatên xwe de wiha dibêjê: "Ez dayikeke xebatkar im. Di hundir û derveyî malê de dixebitim. Karê min çêkirina xwarinên xweş ên malê ye. Bi hatina demsala zivistanê ez jî di nava amadekariyan de me, ji bo mala xwe jî û ji bo cihê ku ez lê  kar jî dikim. Vê salê min gelek tiştên hilandinê ji bo zivistanê çêkirine. Min şêniya bamiya hişkir, bacanên reş jî hilandin û ji bo xwarinên gerim yên zivistanê min tirşo jî çêkir. Her wekî din gelek amadekariyên din ji hilandina mekdûs û penêr jî min çêkirin, da ku em di zivistanê de li xwe neheyirin. Zivistan sar e û ev tişt di demsala zivistanê de peyida nabin. Mirov dikare bêje tevger kêm e em nikarin zû bi zû biçin bazarê. Ji bo wê jî xwarinên me li ber destê me ne. Her jineke berpirsyara kedê digire ser milê xwe û li gorî wê jî li keda xwe xwedî derdikeve."   'Dayik kevneşopiya çanda  Kurdî diparêzin'    Dayika Sûmeya di dewamiya axaftina xwe de balê dikşînê  ser keda dayikan di parastina kevneşopiya civakê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev berî du rojan min savar jî keland, ji xwe ev jî yek ji kevneşopiya civaka me ya kurd e û heta roja îro jî me dayikan parastiye. Ez her sal savaran dikelînim û jê danê meyiran, savarê gir û  hûrik çêdikim. Her cureyek  ji savar ji nava xwarinekê re ye. Zarokên min ne savarê destê min be naxwin. Di çêkirina savar de, em hemû jinên taxê li hev kom dibin û alîkariyê didin hev û savarê xwe bi hev re dikelînin. Kenê me geş e û keda me jî xweş dibe. Em  westandina çêkirinê hîs nakin. Ji ber em bi ruhekî hevpar li hev dicivin. Danê êvarê em  dest  bi çêkirina savarê xwe dikin û di wextekî şevê de em kelandina wê bi dawî dikin. Wisa dihêlin heta roja din sibehê, da ku germahiya ava wê sar bibe û em bikaribin zuha bikin. Jiyana me hêsan û xweş e. Hemû jin hestên xwe  bi hev re parve dikin. Jin bi ked û rengê xwe xweşikbûn û hêviyê dide jiyanê."   'Dilê jinan ji hev dixwze û barê milê hev radikin'   Dayika Fatima Ehmed a ji Taxa Qenat Siwêsê ye û ew jî amadekariya zivistanê dike, derbarê çêkirina pêdîviyên hilandinê de wiha hestên xwe ji me re parve dike: "Ez dikarim bêjim min amadekariya xwe bi dawî kirine. Ji seharê zû min berê xwe da bazarê û îsotên sor ji xwe re anîn, da ku ez ji bo zivistanê çêbikim. Jixwe ez li kolana mala xwe rûniştime û li benda cîranên xwe me.m Wê hemû werin alîkariyê bidin min. Ev kar yek tenê bike zehmet e û tûjahiya îsotan ji destan re dijwar e. Ev xebatên me yên her sal in. Îsotên ku ez çêdikim ji bo nava megdûsên taştê ye û gelek caran em di nava xwarinên din jî bi kar tînin. Ji ber îsot tûj in û ji bo germahiyê ji zivistanê re baş e. Ya girîng ku em hemû jin bi hev re kar dikin. Xweşiya herî mezin ev e. Dilê jinan ji hev dixwaze û barê milê hev radikin. Jin bi ked û rengê xwe xweşikbûn û hêviyê dide jiyanê. Em bi jiyanê re di nav hezkirinê de ne ."