Li gundên Mêrdînê kevneşopiya mewîjan didome 2019-09-22 09:09:15   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Bi dawîbûna mehên havînê re, li baxçe û rezan dest bi komkirina berheman hat kirin. Yek ji jinên ku dest bi karê li ser rez û baçeyan kir, Saîme Saglam e û debara xwe bi meîjên ku bi hefteyan kedek mezin didê, dike.   Bi dawîbûna havînê re li herêmê, jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Jinên li ser erdan jî dest bi komkirina berhemên xwe kirin, mesaiya wan ya têr û tije jî dest pê dike. Bi demsala payîzê re jinan berê xwe dan rez û baxçeyan û amamdekariyên wan jî mehekê berdewam dike. Li gundê Xerbekaplo ya Omeryan ku berhemên rez û baxçeyan tên komkirin, jina bi navê Saîme Saglam diyar dike ku bi mewîjên ji rezê xwe çêdikin debara xwe dikin. Saîmeyê diyari kir ku tirî kom dikin, li ser tiştekî radixin û du hefte şûnde piştî ku hişk dibe paqij dikin û difroşin.   ‘Ez hem kevneşopiya xwe didomînin hem debara xwe dikim’   Saîmeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi mewîjan debara xwe jî dikin. Mewîj ji her cureyê tirî tê çêkirin. Ji tiriyê rewş û rengên din jî tê çêkirin. Em tiriyê xwe kom dikin. Li ser tiştekî radixin. Piştre hişk dibin. Du hefte şûnde em ji qirş û qalên wê paqij dikin. Havîn û zivistanê tên xwarin. Me berê bi şev ji ber çayê kêm nedikir. Lê niha her kes çênake.”   ‘Gelek bi fêde ye’   Saîmeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mewîj ji bo tenduristiyê gelek bi fê deye, wek derman tê bikaranîn û got: “Bi taybet kesên pirsgirêka wan ya bêxwînê heye, tercîh dikin. Ji gelek nexweşiyan re jî derman e. Ez debara xwe bi vê dikim. Ez dibim difroşim. Ji me re hinek zêde ne em yên din difroşin. Ez diçim sûkê difroşim. Ez pereyê xwe qezenc dikim.”