Kaniyên xwezayî yên jêdarka jiyanê feyzê didin Çiyayê Kizwanan 2019-09-17 09:01:30   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji 3 deverên Çiyayê Kizwanan jêdarka jiyanê kaniyên xwezayî, pêdiviyên gundiyan bi cih tînin. Dayika bi navê Emîna Xilêf a ku feyzê ji kaniyên xwezayî yên jêderka jiyanê digire wiha got: "Em û lawirên xwe gelekî sûd ji ava kaniyê digirin. Bi saya kaniyên xwezayî em gelek pêdiviyên xwe bi cih tînin."   Li Çiyayê Kizwanan ê li Başûrê Navçeya Til Temirê dikeve, gelek tiştên balkêş û dîrokî hene. Yek ji van tiştên balkêş û dîrokî ava kaniyên Çiyayê Kizwanan e. Ava van kanîna di nava çol û çiya û newalan re derbas dibe û digihêje gundan. Ev kanî di 3 deverên Gundê Xera re  tê der. Dayika bi navê Emîna Xilêf ku bi xwe ji gundê Xerayê ye, ji me re behsa sûda ji kaniyan digire kir.     'Kaniyên avê, pirsgirêkên me çareser dikin'   Emîneyê di destpêkê de diyar kir ku wan berê pir pirsgirêka avê jiyane û wiha dom kir:"Piraniya gundê Çiyayê Kizwanan pirsgirêka peydakirina ava şêrîn a vexwarinê jiyane. Ji ber di serdema rejîmê de ava şêrîn tune bû û guh nedidan vê herêmê. Lê piştî Şaredariya Gel hate avakirin û kaniyên avê çêbûn, pirsgirêka me çareser bûn."   'Dîrokê xwe di Çiyayê Kizwanan de veşartiye'   Emîneyê wiha dewam kir: "Di Çiyayê Kizwanan de gelek deverên dîrokî û tiştên balkêş hene. Mîna Kelha Sukera û Mexlûca û şikeftên ku dîroka wan vedigere hezarê salan berî û piştî zayînê. Tiştê balkêş ew e ku di sala borî de ji Çiyayê Kizwanan av ji 3 deveran bi dîrokên cuda, bi rengê kaniyan hat der. Dîrok xwe di Çiyayê Kizwanan de veşartiye. Ew kanî jî ne mezin e biçûk e, lê hemû pêdiviyên gundiyan bi cih tîne. Kanî dûrî gund e, di nava newalan de ye, zarok û jin ji wir heya gund ku bi 10km dimeşin carnan jî hildikişin ser kerê û diçin avê tînin mala xwe."   'Kanî mûcîzeyeke dîrokî ye'   Emîneyê di dawiyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:"Em û lawirên xwe gelekî sûd ji ava kaniyê digirin. Bi saya kaniyên xwezayî em gelek pêdiviyên xwe bi cih tînin. Ev kanî cihê kêfxweşî û dilşadiyê ye. Ji ava kaniyê him ji vexwarin, him jî ji paqijyê û ji lawiran re jî dibe. Vebûna kaniyê pir balkêş bû ji me re mîna mûcîzeyeke ango derhozeyeke dîrokî ye. Di cîhanê de pir tiştên balkêş hene mînaka wê jî ev kaniyê ku di çiya de dertê."