'Em dixwazin jin her dem bi keda destên xwe li ser piya bimînin' 2019-09-06 09:03:20   Xezne Celal   KOBANÊ - Li Kantona Kobanê jin bi keda destên xwe kadeyên bi tehm amede dikin ku piraniya Kobaniyan jî berê xwe didin kadeyan da ku taştêyeke dewlemend û xweş bixwin. Li Firina El-Faxir jin bi keda destên xwe kadeyan çêdikin û kêfxweşiya xwe tînin ziman. Jina bi navê Hekîme Hesen a ku di Firina El-Faxir de dixebite diyar kir ku keda destan her dem rê li civakê vedike û wiha got:"Dema ez dixebitim bêhna min fireh dibe. Dema mirov tiştekî diafirîne kêfxweş dibe. Em dixwazin jin her dem bi keda destên xwe li ser piya bimînin."   Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe re gelek guhertin û veguherînên erênî da çêkirin û derfet li pêşiya jinan vekir ku di gelek qadên jê hatibûn dûrxistin bibin xwedî ked û berhem. Kobanê ku çirûska yekemîn ya şoreşê lê dest pê kir, civakeke xwedî çanda eşîr bû ku bi urf û adetên hişk dihat naskirin, loma hemû qadên jiyanê bi taybet jî aborî di destên mêr de bûn. Lê niha piştî encamên şoreşê ku di hişmendiya civakê de nêrîna ku jin xwedî rola sereke ye û herdû zayend dikarin bi rengekî hevbeş bi hev re kar bikin hat sazkirin, êdî jin û mêr bi awayekî hevpar di hemû qadên jiyanê de bi hev re dixebitin.   Li Kantona Kobanê, di firina bi navê El-Faxir de ya ku lê kade tê çêkirin çar jin û mêrek dixebitin. Jin hevîr amede dikin û nava wê ji penêr, ispanax, zeytûn, zeyt û zater, dimsê îsotan û goşt çêdikin. Her wiha mêr jî di firinê de sor dike. Firin her roj dixebite ji bilî roja înê, satên wê ji 07:30 ên sibehê heta 13:00'ê nîvro kar dikin.   Di derbarê xebata firina El-Faxir de jina bi navê Hekîme Hesen a ji Kobanê axivî. Hekîmeyê got:"Divê hemû jin bixebite û li ser piyên xwe bisekinin. Jin dema di warê debarê de pirsgirêkan nejîn ew ê jiyana wan hêsantir bibin."   'Em dixwazin jin her dem bi keda destên xwe li ser piya bimînin'   Hekîme Hesen wiha got: "Di firinê de em çar jin dixebitin tenê mêrek bi me re dixebite. Ew jî kadeyan di firinê de sor dike. Rast e em pênc kes di firinê de dixebitin, lê karê herkesî cuda ye. Derdora sal û nîvek e ku ez di firinê de dixebitim. Karê me ne pir zehmet e, lê zehmetiyên ku em dibînin di mehên havînê de bi taybet ji ber ku cihê em lê kar dikin pir germ e. Em her roj ji saet di 07:30'ê sibehê heya 13:00'ê kar dikin. Em serê sibehê dema ku tên, di destpêkê de hevîr û tiştên din amade dikin heta saet 09:00'an ji bo nexweşxaneyê kar dikin. Piştre em ji bo şêniyên Kobanê kadeyan çêdikin. Em kadeyên konserve, zehter, zeytûn, ispanax, pîvaz, penêr û goşt çêdikin û li kêleka wê em Pîzza jî bi her cureyên wê çêdikin. Kade xwarinek di nava gel de tê ecibandin û gel piranî ji bo taşteyê dikirin. Dema ez dixebitim bêhna min fireh dibe. Dema mirov tiştekî diafirîne kêfxweş dibe. Em dixwazin jin her dem bi keda destên xwe li ser piya bimînin."