Berxwedêrên li dijî JES’ê banga piştigiriyê li parêzvanên jiyanê kirin 2019-09-02 09:06:54   Melîke Aydin   MANÎSA - Gundiyên li dijî JES’ên ku tê xwestin li taxa Hacibektaşli ya Salîhlî bê avakirin, berxwe didin, diyar kirin ku îmtiyazên dane şîrketa SANKO ji tenduristiya gel girîngitir tê dîtin û banga piştgiriya parêzvanên mafê jiyanê kirin.   Li taxa Hacibektaş a Salîhlî ya Manîsayê, Şîrketa Enerjiyê ya Sanî Konukogullari (SANKO) bi destûra Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, bêyî Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) bigire, dixwaze Santrala Ceyranê ya Jeotermal (JES) ava bike û berxwedana gel a li dijî vê didome. Ji bo rapora ÇED’ê doza ku Komeleya Hawirdorê ya Salîhlî vekiribû jî didome û di 23’ê Tebaxê de SANKO alavên sondajê ji nû ve bir Hacibektaşli û li ser vê gundî dîsa ketin nava tevgerê.   Gundiyan bertek nîşanî maşîneyên kar yên bi tiran anîn herêmê, dan û rastî mudaxaleya tûnd a leşkeran hatin û ji 40’î zêdetir kes hatin binçavkirin. Gundiyan biryara berdewamkirina berxwedanê dan û banga piştgiriyê jî li parêzvanên mafê jiyanê kirin.   ‘Gelo divê cenderme ne li alî me bûna’   Şêniya taxê Cennet Ergun got: “Li cihê ku di îmarê de wek parq derbas dibû, hat gotin ku wê mizgeft bê çêkirin. Em JES’ê naxwazin. Zirara wê mezin e. 6 meh berê hatin. Ji şaredariya Salîhlî ya berê û keya îmze girtine. Ji me nepirsîn. Em piştgiriyê didin berxwedanê. Bawer im tiliya dewletê tê de heye. Cenderme ji bo wê mijûl dibe. Di esasê de divê li alî me bûna.”   ‘Me şaredar xwest lê nehat’   Ummu Kara a 75 salî jî destnîşan kir ku pêşeroja nifşê nû di bin xeterê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin axa xwe ji neviyên xwe re bihêlin. Şaredarê Salîhliyê yê MHP’ê Zekî Kayda ji bo erd îmze daye. Ji her derê hişyarî dikin dibêjin ‘li dijî vê derkevin’. Îro cenderme û tîmên taybet ên dewletê hebûn li wir. Me şaredarê xwe xwest nehat. Em nizanin hikûmetê çi kiriye. Erdên me bi nirx in. Ger JES were wê hemû têk biçin. Dema ev dibistan vebû Bulent Arinç hat. Em niha xemgîn dibin. Proje biqede wê çi bibe. Yên biçin wê biçin yên man jî wê bimînin. Di serî de destûr dane vana.”   ‘Wê 300 çalên sondajê bên vekirin’   Seher Çetîner jî bi lêv kir ku ewil gotine wê ava germ bidin malan û got wê li ser 75 donim qadî santral bê avakirin û got: “Li erdên ku ji Turgutlu heta Alaşehîr dirêj dibe wê 300 çal bên vekirin. Li Alaşehîr û Aydinê ku JES hene bûyerên pençeşêrê jî zêde bûne. Niha doza me heye. Wezareta Derdorê dibêje hewce bi ÇED’ê tune ye. Lê em ÇED’ê dixwazin. Me got dibistan, xanî, erd û daristan hene. Hîna doz bi encam nebûye dest bi kar kirin. Em ê li dijî vê bisekinin. Divê berxwedan jî bê navber bê meşandin.”