'Bi hebûn û keda jinê hemû demsal dibin bihar, gul û gulîstan' 2019-09-02 09:04:20   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Bi hatina demsalên payîz û zivistanê re, jinên gundan bi lez û bez dest bi amadekariyên zivistanê yên xwarin û tamîrata malên ji axê, kirin. Jinên gundan ên amadekariyên zivistanê dikin dibêjin: "Bedewbûna xwarin û malan, berhema destên jinên afrîner in. "   Zayenda herî zêde di nav liv û tevgerê de ye jin e, ew e ku malbata xwe bi rêve dibe, aboriya malê li gorî demsalan, geş dike, zarokên xwe perwerde dike. Zarokên xwe ne tenê bi perwerdehiya dibistanan di heman demê de bi xebatên çandiniyê, çand û rengdayîna amûrên ku diafirînin jî pêş dixin. Kêliyek ji jiyana xwe jî vala derbas nake her bi çêkirina amûran, amadekariya demsalan, xebatên çandiniyê re mijûl dibin. Bi hatina demsala zivistanê jinên Kurd û Ereb ji niha de dest bi çêkirina xwarinên zivistanê kirine. Di heman demê de jinan dest bi  bi tamîrata xaniyên bi ax jî kirine. Da ku em xebat û amadekariyên jinan li gundan ji bo demsala payîz û zivistanê bişopînin û parve bikin, em daketin gundên girêdayî Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê   'Jinên ji jiyanê hez dikin, jiyanê zindî û bedew dihêlin'   Nehîde Daban a ji gundê Hemra ye dibêje ku keda jinan jiyanê zindî dihêlin û wiha dom kir: "Jiyan bi keda  jinan bi wate dibe. Mirov li malekê ku jin lê tune be binêre, jiyan li wê malê miriye, ew rih û bedewbûn tune ye. Em wekî jin ji tunebûnê hebûnê diafirînin, keda me wekî jinên ji jiyanê hez dikin û ji bo avakirina nifşên nû yê pêşketî, jiyanê zindî dihêlin."   'Da ku em rihet pêşwaziya zivistanê bikin, me dest bi amadekariyan kir'    Nehîdeyê derbarê amadekariyên zivistanê de wiha got: "Niha me dest bi amadekariya zivistanê kiriye, ji çêkirina ava bacanan, kolandina bacanê reş da di zivistanê de jê dolme çêbikin heta çekirina tirşo em di nava tevgerê de ne. Em di payîzê de dest pê dikin ji ber di zivistanê de mirov nikare bacanê sor û reş peyda bike. Jina ku materyalên zivistanê bi hezkirin çêbike dê tama wê jî dema çêkirina xwarina wê jî, xweştir be. Dema ku em tiştên amade bikirin em nizanin bi çi rengî hatiye çêkirin. Paqij e ne paqij e em nizanin. Ji ber wê bila em biwestin lê tiştên ku em çêbikin jî xweştir û paqijtir be."   'Dewsa ciwan wextê xwe bi înternêtê derbas bikin, bila hînî çanda afrîneriyê bibin'   Dilîşan Ehmed jî ku alîkariya xwesiya xwe dike da ku fêr bibe wiha dibêje: "Ciwanên me yê niha êdî wekî berê girîngiyê nadin çêkirina amûran bi destê xwe, êdî bi înetnêt û malperên tora civakî re, wextê xwe derbas dikin. Him bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin û tiştekî ku sûdê jê werbigire jî tune ye. Niha ez alîkariyê didim xwesiya xwe da ku fêrî çêkirina xwarinên ji bo zivistanê bibim û di pêşerojê de jî sûdê ji hînbûna xwe werbigirim. Kar jî mîna bazinê zêr e, mirov çi fêr bibe ew baş e, ne xisar e."   'Da ku di zivistanê de mal dilopan neke û germtir be me mal sû'   Jina Ereb Meryem El-Hemîd jî ku ji gundê Eyn El-Ebid e mala dayîka xwe ya ji axê sererast dike, derbarê wê de ev yek anî ziman: "Civaka Ereb her malên ji axê çêdikin. Ji ber di zivistanê de germ e û di havînê de jî hênik e. Îro dema ku ez hatim mala dayaka xwe ziyaret bikim, min got ez ê mala wê jî çêbikim. Di destpêkê de min ax ku ji av, ax û kayê çêdibe, çêkir û paşê min bi alîkariya hevjinên birayên min, me dest bi çêkirina malê kir. Eger di vê payîzê de çênebe di zivistanê de jî çênabe. Da ku xanî di zivistanê de dilopan nekin me mal  sererast kir."   'Li hember zehmetiyên zivistanê em bi rihê jina afirîner ku hêza çareseriyê ye, dijîn'   Meryemê zehmetiyên xwe di demsala zivistanê de anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di zivistanê de jiyana gundan pir zehmet e. Ji ber ku gelek caran çemê ku di havînê de miçiqiye di zivistanê de lehî radibe û mal ber avê dikevin. Riyên ku têne gund ji ber avê û heriyê, tên girtin. Li hember hemû zehmetiyan jî bi rihê ku jin dikare her tiştekî bike û ji pirsgirêkan re çareseriyê bibîne, em dijîn. Jiyan bi jinê xweşik dibe, bi hebûna jinê hemû demsal dibin bihar, gul û gulîstan. Keda jin û dayikan, rengekî din dide jiyanê, bi wê keda wan jî welat ava dibin."