Şifaya şîrê hêştirê 2019-08-31 09:05:40   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   QAMIŞLO - Şîrê hêştirê, mirovan ji nexweşiyan diparêze û dermanê por, nexweşiya dil û gurçikan e. Şîrê hêştir mîna zêrê spî tê binavkirin.    Hêştir ên ku di warê şîrê xwe de xwedî taybetmendiyek mezin in li Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn û li Asyaya Navîn, di warê xwedîkirinê de girîng in. Hêştir di asta germahiya di navbera 29 heya 49 dijî. Li Sûriyeyê jî tê peydakirin, lê rêjeya wan pir kêm e. Niha û li gorî agahiyên ku me bidest xistiye li Reqa, Tebqa, Dêra Zorê û Eyn Îsayê dijîn, bêtir li Eyn Îsa û Dêra Zorê hene ji ber hêştir piranî li çolan, dijîn. Gelek klînîkên taybet ên wekî Tuberkuloz, Şikê û Hemorroîdê,  ji bo tedawiya bi şîrê hêştirê hatin, avakirin.   Xwarin, vexwarin û qasî mehekê hêştir bêxwarin dimîne   Hêştir gîhayên çolê yên wekî sitrî, pelên hişk, dixwe. Hêştir gelek rojî dikare bê xwarin îdare bike. Tucarî goştê lawiran jî naxwe. Di 13 deqeyan de dikare 133 litira avê, vexwe.  Ava ku vedixwe û xwarina ku dixwe dikare bi hefteyan heta 6 mehan debara xwe pê bike ango ne av û ne jî xwarinê, bixwe. Hêştir xwedî ustûyekî dirêj e. Di navbera salek heta salek û du mehan, ducanî dibe, zaroka wê jî di 30 deqeyî de dikare bimeşe, heya 7 salan dibe hêştira  temam û heya 17 salan jî dikare bijî.     Taybetmendiyên hêştiran ên cuda   Hêştir ji ber  lingên wan ên dirêj,  pişta vegirtî, lêvên wê yê mezin dikarin bêtir li çolan bijîn. Du cureyên hêştiran hene, yek hêştira Ereban ku kamûzên wê yek hebin û hêştirên din jî du kamûzên wan hene. Hêştir sê eyelên wan hene ku wan ji rabûna sandsan diparêzin, du rêzikên wê yê dirêj, bijangên wê ku çavên wê jî diparêze heye. Hêştir dikare di rabûna sandsan de pozên xwe jî bigire.   Fêdeyên şîrê hêştiran wiha ye:   "*Ji bo nexweşiyên pençeşêr, dil, gurçik û kezebê baş e.      *Ji bo xurtbûna hestî û bihêzkirina diranên rûsipiyan û ducaniyan û mirovên din baş e.       *Ji birînên cur be cur e derman e.       *Bêhna mirovan fireh dike. "