Gundê Xerab Nazê yek ji qadên berxwedan û têkoşînê ye 2019-08-09 09:05:37   KOBANÊ - Gundê Qere Muxê ku xwedî dîrokeke kevnar e, di roja îro de bûye qada berxwedan û têkoşîna li dijî gefên dewleta ên Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Gundê Qere Muxê (Xerab Nazê) dikeve navbera Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî, her wiha li hemberî sînorên dewleta Tirk e. Niha li gund çalakiya duyemîn ya mertalên zindî li dijî gefxwarinên dewleta Tirk hatiye li darxistin.    Dîroka gundê Qere Muxê   Temenê gundê Qere Mux nêzî 300 sale. Destpêka avabûna Qere Mux ji gundê Xerab Nazê hatiye. Li gorî ku gundiyan behs kir, Xerab Nazê di destpêkê de tenê zevî bûn, dema ku gundî malan lê ava dikin navê wê dikin Xirabe. Di gund de keçikeke bi navê Nazê hebû, Nazê keçek ciwan a gund e û xwedî kesayetek ku li gor qalibên civaka zayendparêz tevnagere ye. Ji ber ku Nazê gelek caran bi vîn û biryara xwe tev digere gundiyên wan ji vî halê Nazê aciz dibin û hewil didin ku Nazê jî wek jinek ji bide jiyandin. Dema ku gundî nikarin vîna wê biçewisîne û lêgerîna wê ya jiyanek nû bi dawî bikin vê carê dest bi bêbexitiyan dikin û di bin navê namûs û şerefê de Nazê tê qetilkirin. Nazê beriya ku were kuştin dibêje, 'min tu sûc nekiriye, dema ku we dît bi şev ronahiyeke li ser gora min rabû, bizanibin min tu xirabî nekiribû'. Li gor bîr û baweriyên civakê, heta çend salan jî di şeva înê de ronahiyek li ser gora Nazê bilind dibe. Dema ku Nazê dikujin û şûnde navê gund dikin Xerab Nazê. Lê piştî demekê êdî her kes bawer dike ku Nazê bê sûc û guneh hatiye qetilkirin.    Ji ber ku gund gelek nêzî sînor bû gelek caran jiyana gundiyan dikeve metirsiyê, gundî ji ber sedemên leşkerî pirê caran nikarin zeviyên xwe biçînin. Hem ji ber sedema ku gund zêde nêzî sînor bûye û piştî baranek zêde ku lehî radibe û malê gundiyan jî xirab dibin gundî neçar dimînin ku gundê xwe biguherin. Gundî hinek din ber bi jor ve diçin û li nava zeviyan ji xwe re warekî nû ava dikin.   Piştî salên dirêj û şûnde dema împeratoriya Osmaniyan û şerên mezin çêdibin li gorî wê demê Osmanî dixwazin her derê dagir bikin, di sala 1918'an de li gorî dagirkeriyê navê gelek deverên bajar û gundên Kurdan tên guherîn û li gorî zimanê Tirkî nav li deveran tên kirin. Di wê demê de navê gundê Xerab Nazê jî diguherin dikin Qere Muxê.   Erdîngarî û naveroka gund   Dema ku mirov di destpêkê de dikeve gund, yekser kevirên reş ku axa Xerab Nazê  bi kevirên reş ve hatiye dagirtin bala mirovan dikşîne. Gund 18 K.M dikeve Rojhilatê Kobanê û 50 km li Rojavayî Kantona Girê Spî ye. Gundî debara xwe bi çandinî û kedîkirina sewalan dikin, her wiha bi kolbertiyê jî dikin. Gelê gund ji Eşîreya Şedadî ne ku bi taybetmendiyên xwe yên israr, hêz û serhişkiyê tên naskirin. Eşîre di nava xwe de dibe 9 malbat (Meriî, Henîfî, Kiştan, Keçel, Heman, Silan, El-Mamûdî, Dêmo û Cêşan). Van malbatan li derdora Qeremox gundên Xerbîsan, Koran, Îdanî, Bîr Ereb, Heyho, Cêşan ava kirine û xwe lê bi cih kirine.   Di aliyê netewî ango welatparêziyê de, şêniyên Xerab Nazê  tevgera kurdîtî di dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, nas dikin. Piştî hatina Abdullah Ocalan ji Rojava re, gelek ciwanên gundê Xerab Nazê  bi felsefeya wî bi bandor dibin û beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê yên Kurd dibin. Berxwedêrên gund ên ku di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane  50 ne.   Li Xerab Nazê çalakiyên berxwedanê   Di navbera gund û sînorê dewleta Tirk de, ji aliyê  Rojhilat 200 metre û li Bakur jî kilometreyek  û 2 baregehên jandarmayên çavdêriyê jî hene. Şerê di navbera şêniyên gund û leşkerên Tirk de xwedî dîrokeke kevnare. Beriya ku sînor were avakirin û niha piştî sînor hat avakirin jî, hîna şer û pevçûn berdewam in. Şênî zeviyên xwe yên nêzî sînor nikarin biçînin û sewalên xwe lê biçêrînin. Heger mesafeya 100 metreyan ne li dûrî sînor bin, leşker gûleyan berdidin. Heta niha gelek kes li ser sînor birîndar bûne, herî dawî jî Artêşa Tirk li gundê Xerîbê yê li kêlek Xerab Nazê ciwanek birîndar kir.   A niha li gundê Xerab Nazê  li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk ên li ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiya mertalên zindî ya bi navê 'Em welatê xwe diparêzin' hatiye lidarxistin, û çalakiyên wan bê dem û dorveger didome.