Dîwarê li sînor hatiye hûnandin qadên jiyanê tune dike 2019-08-09 09:04:12   MÊRDÎN - Der barê dîwarên sînor ên navbera Suriye û Tirkiyeyê de ku 5 sal berê çêkirina wan dest pê kir, her roj îdiayek nû dertê holê. Tê îdiakirin ku bi hinceta ewlehiyê wê di demeke nêz de ceyranê bidin têlên li ser sînor.   Di sala 2013’an de dîwarên sînor ê di navbera Suriye-Tirkiyeyê de çêkirina wan dest pê kir û dîwarên sînor her roj bi tiştekî nû tê rojevê. Dîwar di nav du navçeyên Mêrdînê yên nêzî sînor de derbas dibin. Herî dawî sala borî dîwarekî nû yê 3 metre lê hat zêdekirin. Di navbera du dîwaran de kulubeyên leşkerî zêde bûn û li herêmê avakirina rê jî bi lez tê kirin û erdên gundiyên nêzî sînor jî roj bi roj bi hinceta nêzî rê ne bi têlan tê dorpêçkirin. Li gundê Durakbaşi ya Nisêbînê jî qadeke ku erdên gundiyan jî tê de ne, nemaye ku gundî sewalên xwe lê biçêrînin.   Îdiaya ku wê ceyranê bidin têlên li ser dîwar   Dîwar di 2013’an de tevî hemû bertekan hat çêkirin û di 5 salan de jî bi tunel û kulubeyên ewlehiyê hat dorpêçkirin. Gundiyên sînor herî zêde ji vê rewşê bi bandor dibin û her sal îdiayek nû dertê holê. Dîwarên sînor ku sala borî bi sewqiyata leşkerî û çalên hatine kolandin hat rojevê, navbera dîwaran hat firehkirin. Piştî firehî hat kirin leşker derbasî kulubeyên ewlehiyê yên mezin bûn. Di 2018’an de li dîwarê ku di navçeyê de derbas dibû dîwarekî nû yê 3 metre hat çêkirin. Li gorî îdiaya gundiyên li sînor dijîn tê gotin ku wê demek nêz de ceyranê bidin têlên li ser dîwaran.   Qada jiyana gundî û sewalan teng dibe!   Der barê vê pêkanîna ku bi armanca kontrola derbasbûna sînor dike, de hîna ji saziyên fermî daxuyaniyek nehatiye kirin û herî dawî jî Walîtiya Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’, ji bo erdê çandiniyê berhemên çandinî yên weke garis û her weke din qedexe kiribû. Piştî qedexeyê qadên bi têlan hatibûn dorpêçkirin hatin firehkirin. Erdên gundiyan jî ketin nav vê. Ji ber vê pêkanînê gundî mexdûr bûn û diyar kirin ku ji bo wan û sewalên wan qadên jiyanê nemaye. Gundiyên Durakbaşi diyar kirin ku ji ber cihekî din tune ye gundî sewalan li qadên bi mayîn diçêrînin û gundî bixwe nikarin biçin nav wan erdan.   Gundiyan her wiha balkişandin ser tevgera di pêvajoya dawî de û gotin leşker kulubeyên xwe roj bi roj bilindtir dikin.