Bêrîvanên Şaxê dixwazin li zozanan rê bê çekirin 2019-06-25 09:10:06   Zeynep Durgut    WAN - Li gel hatina demsala havînê bêrîvanan berê xwe da newal û zozanên herî bilind û xweş. Bêrîvanên gundê Batikanê serê sibêhê di rêyên herî taluke de derbasî zozanên alandeştê dibin. Jinan nêrazîbûn nişanî neçêkirina rêyan dan û gotin ku divê şaredarî ji zozanên wan re rê veke.    Li herêma Serhedê her hatina demsala havînê bêrîvan diçin deşt û newalên herî bilind û pezê xwe didoşin. Li gundê Batîkan ya navçeya Şaxê her serê sibehê bêrîvan hêstirên xwe amade dikin û di rêyên herî taluke de ber bi zozanan ve diçin. Piştî rêwîngiya bi seatan bêrîvan xwe digihîjin zozanê. Rêyên nebaş ji bêrîvanan re pêşiya talukeyê vedike. Ji ber xerabiya riyan heta niha gelek jin li hêstiran de hatine xwarê û birîndar bûne. Bêrîvanên gundê Batikanê ji vê yekê nerazîne û dixwazin rêyên wan bên çêkirin. Bêrîvanan diyar kirin ku ew her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin û gotin ku divê rêyên wan ên zozanan bên çêkirin.    ‘Rêya zozanên me çênakin'    Bêrîvana bi navê Nazdar Civaklî anî ziman ku ew her roj bi mirinê re rû bi rû ne û wiha axivî:  "Em her serê sibehê ji gundê Batikan rê dikevîn û têne zozana Alandeştê pez didoşin. Zozanên me pir xweşin. Lê mixabin rêyên me pir bi xetere ne. Ji ber van rêyan em pir nêçarîn. Gelê herêmê bi pez xwedîkirinê debara xwe dike lê ji ber van rêyan heta niha gelek jin ji hêstiran ketin û bi giranî birîndar bûn. Gelek sewalkaran ji ber ku rê talukene pezê xwe firotin û berê xwedan li bajaran. Tu xweşiya van rêyan tune ye. Rêya zozanên me tune ye. Bi derfetên xwe rê vekiriye. Hîna ev rê nebe sedema mirina bêrîvanek divê rêyên me bên çêkirin. Keya û şaredarî li gorî kesan tevdigere. Rêyên zozanên din çêkirine, lê yên zozanên me çênakin. Me bi hezar caran ji wan re parvekir, lê riyên me çênekirin. Daxwaziya me ji şaredariyêye bila rêyên zozanên me çêkin.”   ‘Her roj bi mirinê re dimeşîn'    Jina bi navê Xezal Balta ji bal kişand ser riyên zozanan û wiha got: "Em pir zehmetiyê dikişînîn. Her roj bi hêstirên xwe dikevin rêyan. Rêyên herî bilind û taluke de derbasî zozanên xwe dibîn. Bi salane em vê zilmê dikşînîn. Ji ber van rêyan gelek jin nivîşkan man. Şaredarî li gorî kesan tevdigere û rêyê me çênake. Ji me re dibêje we dengê xwe da kê bila ew ji were xîzmet bike. Em vê nêzîkatiya şaredariyê qebûl nakîn. Her roj bi mirinê em dimeşîn. Em dixwazîn şaredarî dengê me bibihîze û rêyên zozanên me çêbikin. Ev herême qedexe nine û şaredarî ger bixwaze dikare pir rehet rêyên zozanên me çêke. Lê bi salane em vê zilmê dikşînîn û rêyên me çênakin. Ji bo em rihetir biçin zozanan divê rê bên çêkirin."   ‘Daxwaza gel esas nehat girtin'   Îpek Alkan di axaftina xwe de bal kişand ser debara malê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Neçêkirina rêyan ji wan re astengiya herî mezin e. Xwedîkirina pez gelek zehmet e û em pir zêde diwestîn. Em heta êvarê dixebitîn. Li tevî hemû nêyinan em berê xwe didin zozanan û pezên xwe didoşîn. Reya ku em diçin zozanan pir nexweşin. Kesek li ser van kendalan bikeve nemûmkune ku mirov cenazeye wê ji bibîne. Bi salane em bi vê nêçariyê re rû bi rû ne. Heta niha gelek caran ji rayedaran re hate parvekirin lê ev daxwaziya gel esas nehat girtin. Em bang li şaredariyê dikin ku bila rêyên me çêkin.”