'Gelo dewlet 50 sal berê li ku bû?' 2019-06-06 10:02:09   ÎZMÎR - Şêniyên Kadîfekaleyê ku taxa wan bi hilweşînê re rû bi rû ye, diyar kirin ku kesên ku tevî dizanibû ev der qada sît e û hiştin em xanî lê çêbikin îro dixwazin me derxin û wiha gotin: “ Dewlet heta niha li ku bû niha derketiye holê û nehişt ku em bi rihetî cejnê pîroz bikin."   Taxa Kadîfekale ya Îzmîrê tevî ku qada sît bû 50 sal berê ji îmarê re hat vekirin. Welatiyên ji ber sedemên cuda neçar man koç bikin, li vir bi cih bûn û jiyana xwe ava kirin. Kesên li Kadîfekaleyê dijîn di salên dawî de bi rîska ku xaniyê wan bên hilweşandin re rû bi rû ne. Beriya cejnê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo îstîmlakê gazî malbatan kirin û malbat bê hêvî ne. Dixwazin malbatan ji cihên wan bikin.    ‘Dewlet li ku ye'   Rahîme Bahur ya 50 sal berê ji Mêrdînê koçî Kadîfekaleyê kirin, da zanîn ku di hilweşandina xaniyê wan re wê 5 malbat bê mal bimînin. Rahîmeyê da zanîn ku 50 sal berê dema hatine vir tevî ku vir qada sît bû, destur dan em li vir xanî çêbikin û wiha got: “Niha dixwazin em xaniyên xwe bi pereyê kavil bidin wan. 8 zarokên min hene. Cejnên me xweş derbas dibûn. Em bikevin avahiyan kes wê neyê ber deriyên me. Ji xwe pereyê ku xaniyê me heq dike nadin. Em naxwazin xaniyê me hilweşe. Li Alsancakê avahiyê bide min ez bi vir naguherim.Belê mafê kolandinê ya dewletê heye lê 50 sal berê li ku bû? Temenê me li vir derbas bû.”   ‘Me cejn pîroz nekir'    Caziye Hayrî jî destnîşan kir ku gundê wan yên Mêrdînê 50 sal berê hatiye talankirin û ji neçarî koçî vir kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez kirê didim bi zor debara xwe dikim. Vir jî hilweşînin wê cih nemîne em biçin. Ev çend sale pereyê av, ceyranê ji me digirin, wê demê em hene. Cejn nehat gel me. Em li gund bûna wê tenê fatura ceyrana me hebûna. Sebzeyên me ji baxçe bûn. Pezê me hebû. Lê hemû talan kirin. Em hatin vir. Dewlet li vir jî cejnê bi me nade jiyîn.”