Şêniyên Kadîfekale: Em bacê didin lê beyî me planan dikin 2019-05-26 09:08:07   ÎZMÎR - Li taxa Kadîfekale ya ku îstîmlak tê plankirin, jinan bertek nîşanî bûyerê dan. Jinên 50 sal e li taxê dijîn diyar kirin ku kî bê ewil mudaxaleyî jiyana wan dike û got ew bacê didin lê beyî wan plan tên kirin.   Li 5 taxên navçeya Konak a Îzmîrê ev demek dirêje hewl didin projeya îstîmlak û veguhestina bajarvaniyê bikin jiyanê. Li taxên Ballikuyu,Kosova, Yeşîldere û Kocakapi veguhestina bajarvanî û li taxa Kadîfekaleyê jî îstîmlak tê plankirin. Li her taxê jî di navbera 5 hezar û 10 hezar kesî de mirov dijîn.   Welatiyên li Kadîfekaleyê dijîn û piraniya wan ji Mêrdînê koç kirine, diyar kirin ku tevî teblîgat nehatiye mala wan, Serokatiya Daîreya Emlakê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê gazî wan kirine û roja duşemê wê parêzerên wan biçin.   ‘Li gorî ersaya ku bedela wê ya herî kême biha didin’   Hat gotin ku wê ji memurên şaredarî, mîmar, endezyar û jeolog 5 kes wê buyayê xaniyan diyar bike. Keyayê taxê Davut Tekîn da zanîn ku wê ne li gorî buhayê xaniyan li gorî bedela herî kêm a erseyan biha bê dayîn û li cihên bên îstîmlakkirin jî tenê pereyê molozan wê bê dayîn. Davut destnîşan kir ku welatiyên vî pereyî bigirin jî nikarin pê xanî bigirin û an wê di TOKÎ’yan de bi kirê runin an jî deyndarê bankayan bijîn.   ‘Eytan Gulmez jî bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dike, diyar kir ku piştî xaniyê wê yê li taxa Yeşîldere hatiye hilweşandin şûnde barkiriye Kadîkaleyê û 56 sale li wir dijî. Eytanê got ew niha dîsa heman fikaran dijîn û wiha got: “Wê demê çima şaredariyê av, ceyran û numarataj da me? Çavê her kesî li vir e. em ku de biçin. Em li vir mezin bûne. Em hev nas dikin. Ev der Mêrdîna biçûk e.”   ‘Em ê nanê tenûrê li ku çêbikin û bifroşin?   Eytanê bi lêv kir ku wê wek HDP’î dengê xwe daye namzetê CHP’ê Tunç Soyer û piştî hilbijartinê yek spasiyek jî nekiriye û wiha pê de çû: “Kî bê ewil mudaxaleyê jiyana me dikin. Hilbijartin qedya kes nema. em ji wan xizmetê napêni, lê niha hatine xaniyên me hildiweşînin. Em bacê didin. Em nanê tenûrê difroşin, em bar bikin em ê çi bikin.”   ‘Em naxwazin cîrantiyên me xera bibin’   Rahîme Canturk û Turkan Surer jî destnîşan kirin ku ew li taxa Kosova 50 sale cîranên hev in. Rahîme ya 68 salî diyar kir ku piştî zarokên wan hemû zewicîne tenê maye û ev tişt got: “Ez bi cîranên xwe re gelek kêfxweşim. Em ji hev re dibin destek. Em ji avahiyên TOKÎ hez nakin. Bila xaniyên me tamîr bikin bes e. Suriyeyî, Tirk em hemû ligel hev dijîn. Dema biryaran der barê me de digirin jî agahiya me tune.   Turkan Surek jî daxuyakirin ku di têketina Kadîfekaleyê de her tim polîs û nobedar digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “5-6 sale ev der guheriye. Tiryak û dizî zêde bû. Ji ber dewlet li aliyekî digire li aliyê din jî dihêle. Li kelehê di têketinê de polîs dipê. Ma mirov wisa aramin? Emnerehet dibin.”   Jinek din jî ya ji Qamişlo ya Sûriyeyê 6 sal berê hatiye wir, diyar kir ku ew naxwaze ji mala xwe derkeve û got 100 TL yê ku dewletê didayê jî hatiye birîn û cîranên wan piştgiriyê didin wan.