Tenûr hem kevneşopî ye û hem jî dibe qada civakî 2019-05-25 09:06:17   WAN - Jinên li dijî modernîteya kapîtalîst nanê xwe bixwe lê dixin, li ser tenûrê tên cem hev, hem kevneşopiyê didin jiyîn û hem jî qada civakî ava dike. Jin ji ber xetereya tenûrê hev û din tenê nahêlin.   Jinên bi hezaran salane kevneşopiya pêjandina nên bi awayekî kolektîf didomînin, li dijî modernîteyê bi înat diçin ser tenûran. Jinên Wanê ku ji bo pijirandina nan tên cem hev, gelek jin bi xetereya ku bikevin tenûrê re tên rû hev û ji ber vê jî tedbîrên xwe digirin. Jinên li malên tenûrê tên cem hev, kevneşopiya xwe ji bo nifşê pêşerojê radigihînin.   ‘Tehm û bereketa wê di tu nanî de tune ye’   Melîha Olmez diyar kir ku tehm û berketa nanê tenûrê di tu nanî de tune ye û 18 sale nan lê dixe. Melîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe:" Ez lêxistina nên ji dayika xwe hîn bûm. Dayika min jî ji pîra min fêr bûye. Ez jî niha fêrî zarokên xwe dikim. Ev kevneşopî ji bo me girîng e. Nanê me hem ji bo tenduristiyê baş e, hem jî di alî aborî de ji bo me baş e. 18 sale zewicandîme min nan ji firinê hîna negirtiye."   ‘Kîsek ard mehekê tê bikaranîn’   Melîhayê destnîşan kir ku ew mehekê kîsek  ard bi kar tînin û wiha got: “Em her demsal nanê xwe lê dixin. Carna em ji bo hefteyekê nên lê dixin. Carna jî em kîsek  ard carekê çêdikin û her carê ji xwe re derdixin.”   ‘Em bi alîkarî û kêfxweşî nanê xwe lê dixin’   Hamîde Yildirim jî bi lêv kir ku tenûr qadên civakî ne û wiha pê de çû: “Dema em nan lê dixin, em hemû cîran piştgiriyê didin hev. Em diçin alîkariya hev. Sohbeta me gelek xweş e gelek germ û ji dil e.”   ‘Gelek kes dikevin tenûrê û jiyana xwe ji dest didin’   Hamîdeyê bi lêv kir ku her sal gelek jin dema nan dipijirînin hevsengiya xwe winda dikin û dikevin tenûrê û jiyana xwe ji dest didin û got: “Herî dawî jinek naskiriya me tenê diçe ser tenûrê û dikevê û jiyana xwe ji dest dide. Cîranên wê heta diçin jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê em hewl didin tenê neçin ser tenûrê.”