Li Wanê jin dixwazin pirsgirêka veguhestinê bê çareserkirin 2019-05-08 09:13:38   WAN - Li Wanê piştî qeyûm ji ber pirsgirêka veguhestinê ya tê jiyîn, jin û zarok mexdûr dibin. Jinên ku ji taxê diçin navenda bajar û bi saetan li bende wesayîtan dimînin wiha gotin: “Polîtîkayên qeyûm pergala bajar xera kir. Di heman demê de pirsgirêka veguhestinê pêşiya tacîzê jî vedike. Em bi erebokên bebekan nikarin bikevin wesayîtan.”   Jin û zarokên li taxa Bayirli ya Artemît a Wanê dijîn, ji ber pirsgirêka veguhestinê gelek pirsgirêkan dijîn. Wesayîtên veguhestina komî ji ber ku di ser kapasîta xwe de rêwiyan digirin, gelek qerebalix dibe û jinên bi saetan neçar dimînin li bende mînîbusê bimînin, erebokên bebekên xwe jî nikarin bikin wesayîtan. Jinên bi saetan li bende wesayîtê disekinin, dema dikevinê jî di qerebalixê de rastî tacîzê tên.   ‘Du saetan carê wesayîtek tê’   Jina bi navê Feleknaz Tîmur, diyar kir ku taxa wan ji navenda bajar dûr e û ji ber vê neçar dimînin wesayîtên veguhestina komî bi kar bînin û wiha got: “Herî kêm 2 saetan carê wesayît tê. Dema em ji sûkê li wesayîtê siwar dibin, hundirê wê gelek qerebalix e. Gel van pirsgirêkan dijîn. Ne xema ajokar û rayedaran e. Em ji ajokar re dibêjin ‘bes e, hîna tu yê çiqas rêwiyan bigirî’ ew jî dibêje ‘tu naecibînî, derkeve’.”   Mehmaz Işik jî daxuyakirin ku beriya qeyûm bê tayînkirin nêzî 80 wesayîtên mor ên şaredariya DBP’ê hebû, lê piştî qeyûm hat me li navenda bajar otobusên mor nedît. Mehmazê her wiha destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm hemû pergala bajar xera kiriye û rojên pêncşema jî jin bêyî pere li otobusên mor siwar dibûn.   Beyaz Uca jî bi lêv kir ku wan niha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qezenc kiriye û got ew dixwazin dawî li vê eziyetê bê.   ‘Yên ji kar fêm nedikirin girtin kar’   Amîrê şaredariyê yê ku me xwe gîhandê jî wiha got: “Piştî qeyûm tayînî şaredariyan bû, tax terkî mînîbusan hat kirin. Ajokar jî kêfî tev digerin. Ji ber riyên bejayî kawşax nedan, wesayît nedan taxa Hacibekîr a Artemîtê. 80 otobusên mor ji bo xizmetê hatibûn girtin lê piştî qeyûm hat berpirsên wesayîtan îxrac kirin. Li şûna wan kesên jê fêm nakin anîn. Piranî otobusên mor dan gundên navçeya Tuşbayê û pirsgirêk zêde bûn. Lê wê pirsgirêk bên çareserkirin.”