Amadekariya koçeran a zozanan dest pê kir 2019-04-15 09:03:23   ŞIRNEX - Keser Dayan diyar kir ku bi germahiya hewayê re dest bi amadekariyên derketina zozanan kirine û diyar kir îsal gelek qad qedexe bûne, êdî cihên sewalan biçêrînin pir kêm bûne û ji çavkaniyên çiyan fêdeyê nikarin bigirin.   Koçerên li bende germbûna hewayê bûn, niha dest bi amadekariyên derketina zozanan kirin. Koçerên di meha gulan û hezîranê de tên cem hev û dikevin ser rêya Feraşînê û derdora wê, rêwitiya wan bi rojan didome. Koçerên ku îsal gelek qad lê hatine qedexekirin, îsal jî heman fikaran dijîn.    Jina bi navê Keser Dayan ku zivistan di konê li kontarê çiyayê Gabar de derbas kir wiha got: “Em ji bo zivistanê hatin vir. Em bi malbatî li vir man. Hem ligel avê ye, hem jî sewalên me diçêrin. Malbatên din jî li vir dimînin. Em zivistanan li vir dimînin.”   ‘Amadekariyan dest pê kir’   Keserê daxuyakirin ku ji bo derkevin zozanan dest bi amadekariyan kirine û ev tişt anî ziman: “Me sewal û xwarinên xwe kom kir. Sewalên me wê pêş de biçin. Em ê kon û alavên xwe kom bikin. Sala borî leşkeran nedihiştin em biçin. Lê em gelek kes bi sedan sewalî çûn tiştek negotin. Em li wir sewalên xwe xwedî dikin. Em ê îsal jî biçin. Em bi fikar in ku wê dîsa bêjin qedexe ye. Êdî qadên ku em sewalên xwe bibinê pir kêm bûne. Em ji çavkaniyan nikarin fêdeyê bigirin.”