‘Xaniyê min yê yek ode ji TOKÎ baştir e’ 2019-04-04 09:13:10   ŞIRNEX - Jina bi navê Şîrîn Sorgucak ku piştî qedexeyên derketina derve ji xaniyê xwe derket û di xaniyekî yek ode yê wek firin tê bikaranîn de bi cih bû, diyar kir ku bi pereyê ku ji bo avahiyên li şûna xaniyê wê çêbûye dikare xaniyekî nû çêbike û wiha got: “Xaniyê niha têde me yek ode ye. Em 8 kes in. Lê ji avahiyên luks xweşiktire.”   Piştî qedexeyên derketina derve ya li Şirnexê ku di navbera 14’ê Adar û 14’ê Mijdara 2016’an de hat jiyîn şûnde li taxên hatin hilwaşandin bi hevkariya TOKÎ û Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê 6 hezar û 731 avahî û hezar kargerî hatin çêkirin û beşek ji wan hîna teslîmê malbatan nehatiye kirin.   Ligel vê ji bo teslîmata xaniyan jî ji xwediyên maf re di bin navê ‘qada hevpar de’ serî metrekareyî hezar û 170 TL hat xwestin. Welatî jî vî pereyî qebûl nakin. Malbatên navê wan di peşka ewil de derketin, gotin ‘em pere nadin wan em ê bi vî pereyî xaniyê nû çêbikin’.   ‘Em ê bi wî pereyê xaniyekî nû çêbikin’   Jina bi navê Şîrîn Sorgucak ku piştî qedexeyê 5 kîlometre dûrê navçeyê li firinek berê ya nêzî kana madenê bi cih bû, diyar kir ku ev 3 sale li vî xaniyê yek ode de dijîn û got ji avahiyên TOKÎ baştir e. Şîrînê da zanîn ku piştî bar kirine wir, ev der kirine wek xanî û got piranî jê zarok 8 kes li wir dijîn û wiha pê de çû: “Em li taxa Gundogdu diman. Ev 3 sale em li virin. Du daîreyên me hebûn. Niha TOKÎ çêkirin. Lê ji ber pereyê dixwazin em nikarin biçin. Ewil ji bo du xaniyan 80 hezar TL xwestin. Me pere neda. Mêzekirin em naçin 15 hezar xwestin. Gotin wê bidin piştre hunê kirêya xwe bidin. Jiyana li vir ji wir baştire. Li vir xaniyekî mey ê yek ode heye. Ez her roj nexweş dikevim. Xaniyê xwe yê yek ode bi xaniyên TOKÎ naguherim.”