Li Colemêrgê berfa dimenên rengîn derxistin holê 2019-03-21 08:45:08   COLEMÊRG - Li Colemêrga ku bihar û zivistanê di heman demê de tê jiyîn, berfa lê dibare, dîmeke rengîn derxist holê.   Li Colemêrgê zivistan gelek tûnd derbas dibe û di meha Adarê de jî barîna berfê berdewam dike. Her çiqas ev berf jiyanê zehmet bike jî dîmeke gelek rengîn derdixe holê. Bajarê Colemêgê ji dîmenên berfê re malovaniyê dike û li gundên bilind jî biharê rûyê xwe daye der. Jinên herêmê, diyar dikin ku tevî zor û zehmetiya zivistanê, ev dîmena derdikeve holê her tiştî bi gel dide jibîrkirin.   Çiyayê Sumbul, bi heybet û rengê xwe yê spî xemiliye, mirovan heyran dihêle. Rojbîn Guneş diyar dike ku ew nikarin dest ji Colemêrgê berdin û wiha got: “Ez li Colemêrgê hatim dinê û mezin bûm. Ez çûm gelek cihî, lê min cihekî wek Colemêrgê nedît. Zivistana me cuda zehmete lê Çiyayê Sumbulê tenê her tiştî bi me dide jibîrkirin. Şeva wê cuda xweş, roja wê cuda xweş e. Ji bo her kes vê xweşikahiyê bibîne bila bên vî bajarî.”